‘Xîreta Şehîd Qîran ji bo miletê wî bû’

Sadûn Qîran, bavê şervanê YBŞ’ê Qîran Sîba, ku li Nexweşxaneya Sikêniyê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, diyar kir ku kurê wî her tim bi xîreteke mezin ji bo miletê xwe xebitî.

Dewleta Tirk a dagirker 17’ê Tebaxa 2021’ê bombe li Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê barand û di encamê de 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şevanên YBŞ’ê qetil kir. Di nav şehîdan de Qîran Sîba (Hemîd Sadûn) ku şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû jî hebû. Bavê Şehîd Qîran, Sadûn Qîran bal kişand ser dildarî û fedekariya lawê xwe û got, ji bo jin û dayikên Şengalê rizgar bike gelekî dixebitî.

Bavê Şehîd Qîran Sadûn Qîran anî ser ziman ku ew ji Komalgeha Sîba Şêx Xidir in û got, “Em bi xwe xelkê Sikêniyê ne. Ji dema fermanê ve me her kar ji bo xwe dikir. Bêyî ku em mineta kesî bikşînin. Ji bo xatirê keç û jinên me yên ketî destê wan çeteyan me şer  kir. Me ne ji ber diravek yan tiştekî din kir. Me got em ê li dijî zilmê bisekinin û li ber xwe bidin.”

Sadûn Qîran anî ser ziman ku wî bi xwe fermana sala 2014’an bi çavê xwe nedît, ji ber ku ew wê demê li Silêmaniyê dima. Sadûn Qîran wiha dewam kir, “Ez piştre vegeriyam. Ez gihîştim rehmetî Şehîd Xeyrî. Min her li çiya li ber xwe da. Piştre jî em bi hevalan re man. Li Sikêniyê teyare hat û lê da. Li wir Qîran jî şehîd ket. Me heya wê demê jî her her li ber xwe da, heya Raqa jî em çûn, me şer kir. Rehmetiyê Xwedêda bi Şehîd Zerdeşt re bû. Heta Reqa jî min wî şand, min destûr da biçe.”

‘XÎRETA ŞEHÎD QÎRAN JI BO MILETÊ WÎ BÛ’

Sadûn Qîran anî ser ziman ku lawê wî her tim di xizmeta axa xwe, civaka xwe û baweriya xwe de bû û got, ji zarokatiya xwe ve welatparêzek bû, çi ji destê wî hatiba diçû dikir û wiha pê de çû; “Em jî dema ji Silêmaniyê hatin em ji bo miletê xwe hatin. Em ji bo miletê xwe, ji bo axa xwe, baweriya xwe bi zarokên xwe ketin nav vê berxwedanê. Me ji ber wan keç û dayikên xwe nedikarî em hima li mal birûnin. Şehîd Qîran jî wiha bû. Dema balafira bêmirov li trampêla Şehîd Seîd Hesen wan da ew li malê bû. Bi îcaze hatibû malê lê xwe li malê negirt û çû, got ez ê ji bo birîndaran biçim. Çû cihê bûyerê piştre jî çû lê nêrî gel nexweşxanê ka birîndar hene yan na. Bi îcazê li mal bû. Nexwestiba dikarîbû neçe jî, lê çû. Xîreta wî ji bo miletê wî bû. Yek şehîd bûba yan emrê xwedê kiriba diçû ji bo wan gelek caran gor kola. Xwe berpirsiyar didît. Heya gelek behsê dikin ku çûye alîkariya kê gor kolandiye. Xwedê hemû şehîdan birehmîne. Xwedê heqê wan ji neheqan bibe.”

‘EM TENÊ DILXWAZÊN MILETÊ XWE NE’

Sadûn Qîran anî ser ziman ku weke zarokên xwe ew giştî weke malbat ji ax, civak, çand û baweriya xwe hez dikin û got ku ew ti carê başiya hevalan (gerîlayên HPG-YJA Starê, şervanên YPG-YPJ) ji bîr nakin û wiha axivî; “Em bi hevalan re ne. Divê rastî bêne gotin. Ya herî rast dirûstî û alîkariya dayîn em bibînin. Ew bi me ve hatin. Yên din ji gel me çûn û ew bi me ve hatin. Bi xêra xwedê û wan em li ser xwe sekininîn, çek dan me, her tiştê ji bo me rojane pêwîst dikir dane me. Bi saya wan em man. Me şehîdên xwe li ser rêya axa xwe da û em pê serbilindin. Ne kes dikare ji me gazinan bikin, ne jî xirabiyek me li ti kesî bûye. Em tenê dilxwazên miletê xwe û Êzdiyatiya xwe ne. Me çi kiribe ji bo xatirê şeref û namûsa xwe kir. Dema çûn Reqa ji bo xatirê wan keçik û jinan çûn. Li ku derê şer heba me şer dikir. Em ji kesî jî natirsin. Ev berxwedan û kar jî ji bo miletê xwe me dikir. Hîmaya zarokên miletê xwe dikirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Sadûn Qîran bal kişand ser siyaseta bi dijbertiya Şengal û civaka Êzidî ya Iraqê û wiha got; “Çima heqê dewletê heye lê bes yê me nîne? Eger nikarin bila bêjin em nikarin û ji me re bihêlin em bi xwe dikarin karê xwe bikin. Dema şehîd çêdibin hiquqek wan nîne? Ma wiha dibe. Ev şehîd bi xatirê welatê xwe çû, bi xatirê Iraqê jî çûn, çima dewlet vê rastiyê qebûl nake û pêşî li van windahiyan nagre.”