BI DÎMEN

Wezîrê Dadê yê Berê yê Îzlandayê: Azadiya Ocalan gelekî girîng e

Wezîrê Dadê yê Îzlandayê yê berê Ogmûndûr Jonasson bang li dewleta Tirk kir ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne, li pêvajoya aştiyê vegere û got, "Şertê destpêkê yê danûstandinan jî azadiya Ocalan e."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran de dîl tê girtin û sala xwe ya 25'emîn temam kir, nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Di şert û mercên nebaş de, mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku parêzer û malbata wî bibîne bi temamî hatiye desteserkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li hemberî bêhiqûqiyên li Îmraliyê pêk tên bêdeng dimînin.

Li aliyekî din, li hemberî van hemû kiryarên dijhiqûqî û bêdengiyê, rêveberên saziyên ji beşên civakî yên cuda û navên navdar ên cîhanê di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dan destpêkirin û piştgiriya pêngavê didomin. Wezîrê Dadê û Karê Hundir ê berê yê Îzlandayê Ogmûndûr Jonasson têkildarî tecrîda li Îmraliyê û girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê nirxandin kir.

'ŞERTÊ PÊŞÎN Ê AŞTIYÊ AZADIYA ABDULLAH OCALAN E'

Jonasson diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir. Ogmundur Jonasson got ku Abdullah Ocalan aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha axivî: “Ez difikirim ku azadiya Abdullah Ocalan dê ji bo jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê girîng be. Bi dîtina min pir girîng e ku pêvajoya aştiyê jinûve bê destpêkirin ku dema Erdogan di sala 2015’an de deriyên girava Îmraliyê girt ev yek bi dawî bû. Li ser vî esasî şertê jinûve destpêkirina hevdîtinên aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e.”

'AZADIYA OCALAN MESELEYEKE JIYANÎ YE'

Ogmûndûr Jonasson anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo Rojhilata Navîn jî pêwîstiyek e û destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan û Kurdan nîşan dane ku dikarin rewşên dijwar û şer derbas bikin. Lê di heman demê de ew dikarin aştiyê jî pêk bînin. Ev aştî tiştekî ku ne tenê Tirkiye û Kurdan eleqedar dike, pêdiviya Rojhilata Navîn e jî. Ji ber vê yekê êdî azadiya Abdullah Ocalan û maseya muzakereyê mijareke jiyanî ye. Ji ber vê yekê em piştgirî didin pêngava daxwaza azadkirina wî û jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê," 

'DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ XWEDÎ LI SOZÊN XWE YÊN DER BARÊ ÎMRALIYÊ DE DERKEVIN’

Ogmûndûr Jonasson destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê nayê qebûlkirin û wiha domand: “Bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ji bo pêkanîna sozên cîhana navneteweyî jî girîng e. Kes behsa binpêkirina mafên mirovan ên kevneşopî yên Ewropayê yên li Îmraliyê ji aliyê Tirkiyeyê ve nake. Di heman demê de, li ser qaîdeyên Nelson Mandela yên di sala 2015'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine qebûlkirin, lê li Îmraliyê hatine binpêkirin îtîraz nake. Ji ber vê yekê girîng e ku cîhana navneteweyî dev ji nêzîkatiya xwe ya dualî ya li hemberî Îmraliyê berde."

AŞTIYA LI HERÊMÊ 

Ogmûndûr Jonasson da zanîn ku aştiya bi Kurdan re ji bo herêmê jî girîng e û ev tişt got: “Niha em ne tenê li Xezeyê, ne tenê li Rojava, li gelek cihan destpêka şer de ne. Bi baweriya min divê destpêkeke nû bi aştiya bi Kurdan re bê kirin.

Ez wisa difikirim ku aştiya di navbera Tirk û Kurdan dê li herêmê bandoreke girîng çêbike. Ez dizanim ku aştiyek wiha dê bibe sedema gelek aştiyan. Bi heman awayî înîsiyatîfa aştiyê ya ku li Tirkiyeyê dest pê bike, dê bandora xwe li cihên din jî bike."

Ogmûndûr Jonasson diyar kir ku şert û mercên jinûve destpêkirina hevdîtinên aştiyê bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê ya di navbera Kurd û Tirkan de armanceke hevpar a me hemûyan e. Li her cihê ku ez li Kurdistanê digerim, çi li Tirkiyeyê çi li Kurdistana Iraqê ku ez nû jê vegeriyam, her kes heman tiştî dibêje. Ji bo jinûve destpêkirina van muzakereyan şert û merc ew e ku Abdullah Ocalan li ser maseya muzakereyê rûne. Û ev mijareke wisa ye ku ez bi dil û can piştgiriyê didim.”