Ji bo deng bidin dengê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin 14 şoreşgerên welatparêz ên ku li Strasobûrgê ketibûn greva bêdawî û bêdorveger roja 40’î li pey xwe hiştin.
Ji çalakvanên greê Nûrgul Başaran û Gulistan Îke destnîşan kir ku bi biryarin heta dawî çalakiya xwe bidomînin, kesên nû li deverên cuda tevlî çalakiyê bûne jî silav kirin.
DIVÊ BERDÊL BÊ DAYÎN
Başaran bibîr xist ku ev berxwedan li her derê Ewropa, li Hewlêr û gelek navenda belav bûye, ji bo rakirina tecrîdê divê çalakiyên cidî bên kirin. Başaran diyar kir ku rewşa Leyla Guven krîtîk e, anî ziman ku pirsgirêkên fîzîkî yên bedenî, mîde, dilavêtin û gêşbûnê bi wan re jî heye û got: “Em di aliyê moral de bi hêz in. Ya me li ser lingan digire çanda me ya berxwedanê ye. Em di pêvajoyekê de ne ku pêwîste bedel bên dayîn. çalakiya me heta necam bigire wê bidome.
Başaran da xuyakirin ku li hmeberî êrîşên topyekûn divê berxwedaneke topyekûn bê kirin û qet tecrîda li ser Ocalan napejirînin. Başaran got, çalakiya wan di aliyekê de rexnedayîn û da diyarkirin ku divê her kes li her devera lê ye dakeve qadan û tişata ji destê bê bike. Başaran bal kişand ser çalakiyên bibandor ên bên kirin û got: “Divê çalakî tenê bi meşan neyên sînordarkirin, mal bi mal bê gerîn. Bi çalakiyên cuda û bandor berxwedan bê mezinkirin.”
HER KES BIHERIKIN QADÊN BERXWEDANÊ
Gulistan Îke jî bal kişand ser rewaşa krîtîk a Leyla Guven û diyar kir ku heta tecrîd bi temamî bişkê çalakvan bibiryarin çalakiyên xwe bidomîne. Îke anî ziman ku enniya berxwedanê ya grevên birçîbûnê mezin bûye û bang li her kesê kir ku li dora çalakiyan bibin yek û tevlî berxwedanê bibin. Îke destnîşan kir ku têkildarî grevên birçîbûnê rayeke giştî hatiye avakirin û got: “Ji bo gavên şênber bên avêtin divê li her qadê çalakî bên xurtkirin.Banga me ji bo gelê me û dostên me xurtkirina berxwedanê ye. Banga me; li dorî çalakiya Leyla Guven bibin yek, berxwedanê mezin û bigihînin serkeftinê ye. Ya me li ser lingan digire ruhê berxwedanê ye. Her kesê vedixwînin qadên berxwedanê.”
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka