TJK-E: Li dora berxwedana Ûgûr Şakar em bibin xelek

TJK-E: Em bang li jinan û hemû gelê xwe dikin ku li dora berxwedana heval Ûgûr Şakar bibin xelek, xwedîlêderbikevin û têkoşînê geştir bikin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî şehadeta Ûgûr Şakar daxuyaniyek nivîskî şand û got; “Hevalê me Ûgûr Şakar agirê berxwedanê yê ku bilind dibe hê bêhtir gurtir kiriye.”

TJK-E’yê balkişand li ser peyama Ûgûr Şakar a ji bo gelê Kurd û wiha got; “Hertim têkoşînê geştir bikin û li dijî zaliman serî netewînin. Hevalê me Ûgûr Şakar agirê berxwedanê yê ku bilind dibe bi bedena xwe hê bêhtir gurtir kiriye.

Hevrê Ûgûr Şkar ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, ji bo protestokirna politîkayên delweta Elman ên krîmînalîzekirina Kurdan bedena xwe da ber agir. Zêdetirî mehekê di beşa lezgîn de me û vê sibê tevlî karwanê şehîdên Newrozê bû.

Li dijî Dehaqên zalîm serî de Ûgûr Şakar û hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî bibîrtînin, tekoşîna azadiyê mezintir bikin, em ê tecrîdê bişkînin û heta hilweşandina faşîzmê di nava çalakiyan de bin.

Em bang li jinan û hemû gelê xwe dikin ku li dora berxwedana Ûgûr Şakar bibin xelek, xwedîlêderbiekvin û têkoşînê geştir bikin.”