Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) têkildarî êrîşa nijadperestan a li Belçîkayê ku li hemberî Kurdên ji Newrozê vedigeriyan hate kirin û di encamê de 2 jê giran 6 Kurd bi giranî birîndar bûn, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a qirker bi destê çeteyên nîjadperest li Belçîkayê di êrîşeke faşîst de 2 jê giran 6 mirovên me yên Kurd birîndar kir û xwest ku malbateke me ya welatparêz bişewitîne. Newroz bi mizgîniya antî-SÎHA ya gerîla li her devera Kurdistanê û çar aliyên cîhanê hate pîrozkirin. Bi milyonan Kurd bi ruhê berxwedanê yê neteweyî û coşa Newrozê li hev kom bûn. Hêza faşîst a AKP-MHP'ê dîn û har bû û li navenda Ewropayê teroreke faşîst xiste meriyetê. Ciwanên Kurd ên welatparêz li her devera ku lê ne li dijî êrîşên faşîst bêyî ku bikevin xefika provokasyonan xwe biparêzin û ji her cûre êrişan re amade bin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankriin ku bi mezinkirina têkoşîn û xweparastinê wê bersivê bidin êrîşên nemerdane.
TCŞ'ê bang li Kurdan kir ku 25'ê Adarê saet di 12:00 de li ber Parlamenta Ewropayê tevlî xwepêşandanê bibin.