Syriza êrişa li ser HDP'ê û qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir

Syriza êrişa li ser HDP'ê û qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î şermezar kir û got, "Em heta dawiyê piştgiriyê didin HDP'ê."

Syriza êrişa li ser HDP'ê û qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î şermezar kir û got, "Em êrişa li ser ofîsa HDP'ê ya Îzmîrê şermezar dikin ku rêvebera partiyê Denîz Poyraz di encamê de hate qetilkirin.

Em dixwazin ragihînin ku piştevaniya wan hêzan dikin ku di vê dema zehmet de li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê, serweriya hiqûqê, mafên siyasî û civakî têdikoşin, piştgiriya tam didin HDP'ê.

Li gel hurmeta li mafên mirovan û azadiya îfadeyê, divê rayedar mijarê lêpirsîn bike û mehkûm bike.

Hewldaneke ku sêyemîn partiya herî mezin a li parlamenta Tirkiyeyê weke sûcdar nîşan dide, bi ti awayî nayê qebûlkirin."