Sûcên şer ên dewleta Elman ên li Kurdistanê

Ne tenê 1938'an li komkujiya Dersimê, vê sed sala dawî li şerê li Kurdistanê gelek caran hatiye çespandin ku çekên Elman ên jehrî û kîmyewî hatine bikaranîn. Dewleta Elman tim bêdeng ma..

Ji bo belgeyên nû yên têkilî gazên Elman ku di komkujiya Dersimê de, ya ku 1937'an dest pê kiribû û 1938'an qediyabû hatine bikaranîn hikûmeta Berlînê gotibû, ''haya me jê tine'' . Lê Rojnameya Dersimê û Yenî Ozgur Polîtîka bi belgeyan derxistibû holê ku bi îmzeya Mustafa Kemal Ataturk ji bo ku dewleta Tirk li Dersimê bi kar bîne ji Elmanyaya Nazî gaza jehrîn standibû.

Li hemberî van belge û agahiyan helwesta Hikûmeta Federal a Elman balkêş bû. Wekîla  Partiya Çepgir Ulla Jelpke di hevpeyvînekê de  ku dabû ANF'ê diyar kiribû, ji Dersimê heta bi Helepçeyê gazên Elman li Kurdistanê hatin bikaranîn.

Kurdistan jixwe ne xerîbê çekên Elman e. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li hemû parçeyan piraniya çekên girîng ên di envantera artêşa Tirk û hêzên mêtinger de ên Elman in.

Dema Sedam Hisên piraniya çekên ku artêşa Iraqê li Başûrê Kurdistanê bi kar anîbû û piraniya çekên ku salên 1990'î dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi kar anîbû yên Elmanya bûn. Tangên Leopard, panzêr, BTR60, tifingên G3 û G36 , gelek  malzemeyên leşkerî dewleta Tirk mafê wê yê telîfê ji Elmanya standiye û ew hildiberîne.

Her wiha gelek caran derketiye holê ku gazên jehrî û kîmyewî ku li Kurdistanê li dijî sivîlan û gerîlayan hatiye bikaranîn ên Elman in. 

GAZÊN KU AVÊTIN HELEPÇE..

16'ê Adara 1988'an gazên ku bi ser Helepçe ya Başûrê Kurdistanê de bariyan bûne sedema mirina bi kêmanî 5 hezar Kurdên sivîl. Ew gazên ku li Kurdistanê birîneke nekewiyayî vekir li fabrîkaya bajarê Samara ya rejîma Sedam Hisên hate hilberandin. Lê di gelek qonaxên hilberandina vê gazê de fîrmayên Elman cih girtin.

Ji bo hilberandina gazê fîrmaya ''Water Engîneerîng Tradîng'ê teknîka ''birxokirinê'' şanda Samarayê. Fîrmaya W.E.T ya ji Bavyarê ku parçeyên otomatîvê çêdikir, bi bihayê 7 milyon Markî qalikê bombeyan û pergala teqandina wan firot. Rejîma Sedam ji bo gazê bi dest bixîne ji fîrmaya Karl Kolbê ya Eyaleta Hessenê malzemeyên kîmyewî û laboratuwarê stand.

Piştî bi salan saziyên navnetewî yên serbixwe diyar kirin di hilberandina bombeyan de yên bi ser Helepçeyê de hatine avêtin, bi kêmanî 52 ji 100'î para fîrmayên Elman heye. Ji ber ku di navbeyna salên 1982-1986'an de Sedam bi bihayê 625 milyon dolarî çek ji Elmanya kirîbûn. Salên 1990'î hate rojevê ku Elmanyayê hevkariya sûc li Helepçe kiriye. Hikûmeta wê demê ya Kohl li pişt bazirganên çek disekinî.

Lê Tebaxa 1990'î dozgerên sûc tevgeriyan û ji fîrmayên Karl Kolbe û W.E.T'yê li ser 7 rêveberan biryara girtinê stand. Lê nehate ispatkirin ku fîrmayan malzeme dane Sedam, ji ber ku bi rêyên ne yasayî çek hatibûn şandin. Îstîxbarata Elman jî çavê xwe ji vê bazirganiya gemarî re girtibû.

Di pirtûka ''Îxracata Mirinê-Hetîketiyên çekên Elman ên li Rojhilata Navîn'' de, ya nûçegihanên Elman Hans Leyendecker û Rîchard Rîckelmann hevkariya sûc a Elman a di komkujiya Helepçe de bi berfirehî tê vegotin.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ KU LI DIJÎ GERÎLA HATIN BIKARANÎN..

Li gel ku li gorî yasayên navnetewî qedexe ye jî gelek caran bi belgeya derkete holê ku di şerê 30 salî de gazên Elman ji hêla artêşa Tirk ve li dijî gerîlayên PKK'ê û HPG'ê ve hatine bikaranîn. Mînaka herî berbiçav a van sûcan, 11'ê Gulana 1999'an, li herêma Ballikayaya Şirnexê li şikeftekê çêbû ku 20 gerîlayên PKK'ê hatin qetilkirin.

Piştî şerê wê demê dîmenên ku ji hêla artêşa Tirk ve hatibûn kişandin 2011'an ji hêla Roj TV û ANF'ê ve hatibûn weşandin. Di dîmenan de leşkerek wiha dibêje: ''Taloke heye ku leşkerên me niha jehrî bibin. Lê dîsa jî mîna cinawiran, bi lehengî dikevinê..Li gel ku me rojek navber dayê jî hê jî bandora gazê heye.'' Her wiha leşkerên Tirk tekmîl didan fermanarê li serê operasyonê Necdet Ozel ku piştre bûbû Serekeranê Artêşa Tirk.

Bermahiyên him bombeyên ku li herêma Ballikaya hatin bikaranîn bi navbeynkariya nûçegihanê televizyona Elman gihan Elmanya û lêkolîn li ser hatin kirin.  Di lêkolînê de ya li Tiba Edlî ya Zanîngeha Mûnîhê şopa gaza CS'yê li ser wan bermahiyan hate dîtin. Di bernameya de ya bi navê ''Kennzeîchen''ê ku 27'ê Cotmeha 1999'an di qenela televizyona dewleta Elman ZDF'ê de weşiyayî, hate gotin ev gaz ji hêla fîrmaya "Buck & Depyfag" ve hatiye hilberandin û bi destûra hikûmetê ji 1995'an ve ji bo Tirkiyê tê firotin.''