BI DÎMEN

Soro Xizginos li Aarauyê hat bibîranîn

Soro Xizginos (Azad Yandi) ê 23’ê Tîrmeha 2022’an li Gareyê şehîd bû, li bajarê Lenzburg ê Swîsreyê hat bibîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎD

Ji bo bîranîna Soro Xizginos (Azad Yandi) ê 23’ê Tîrmeha 2022’an li Gareyê şehîd bû, ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) ve li bajarê Lenzburg ê Swîsreyê çalakî hat lidarxistin. Malbata Soro Xizginos, gelek malbatên şehîdan û Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê KOMAW’ê Fîdan Kartalkanat axivî û diyar kir ku li pey şehîdan axaftin pir zehmet e. Kartalkanat got: “Em şehîdekî din bi bîr tînin. Divê em têkoşîna ku ew ji bo wê canê xwe didin fêm bikin û xwedî li îdealên wan derkevin. Şehîd rûmeta me ne. Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim.”

Li ser navê Meclîsa Şehîd Mehmet Tunç a Aarau Necmettîn Er jî di bîranînê de axivî û diyar kir ku qonaxa heyî ya têkoşînê bi saya şehîdan e û wiha got: “Şehîdên me canê xwe dan û têkoşînê anîn vê qonaxê. Ew ji bo îdealên xwe şehîd bûn. Nîşaneya dilsoziya me bi wan re dilsoziya me ya bi îdealên wan re ye.”

Li ser navê malbata Şehîd Soro Xizgînos Devrîn Atli axaftinek kir. Atli destnîşan kir ku Soro ne şehîdê yekem ne jî şehîdê dawî yê malbatê ye û got: “Ew ji bo îdealên xwe tevlî vê têkoşînê bû û di vê oxirê de şehîd bû. Em weke malbat bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê ala têkoşînê ku şehîdên me ji me re hiştine her tim bilind bikin. Ew şehîdê gelê Kurd e. Serê gelê Kurd sax be.”

Siyasetmedarê Kurd Siddik Batur ê beşdarî bîranînê bû, xitabî gel kir. Batur got: “Rêber Apo di nirxandina xwe ya li ser şehadeta Şehîd Zîlan rastiya şehadetê derxist holê. Ji ber vê yek di vê nêzîkatiya me ya ji bo şehîdan li gorî wê be. Bîranîna şehîdan bi tenê rojekî nabe. Dema em şehîdan bi bîr tînin divê armanca me ya bingehîn ew be ku xwedî li îdealên wan derkevin. Di şehadetên me yên dawî de tiliyê hevkariyê heye. Ev ji bo Kurdan rewşeke bi êş e. Dewleta Tirk a dagirker û malbata Barzanî ji hemû aliyan ve êrîş dikin. Gerîla berxwedaneke mezin dide. Em kesên li Ewropayê dijîn, divê li her qadê cihê xwe di berxwedanê de bigirin. Şehîd rûmeta me ne. Şehîd Namirin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana Soro Xizginos hat pêşandan û bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.