Siyasetmedarên Swîsreyî: Em li dijî tecrîdê xwe kerr nakin

4 siyasetmedarên Swîsreyî ku ji partiyên cuda ne, ji bo tecrîd û grevên birçîbûnê  bang li Konseya Ewropayê (KE) û hikûmeta Swîsreyê kirin ku tevbigerin.

Li Lozanê ya Swîsreyê bi mebesta ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û rojiya mirinê konferansek hate amadekirin. Di konfeansê de ya ku li hêwana Lozan Pole Sûdê çêbû, parlamenterê Parlamentoya Netewî ya Swîsretê Nîcolas Rochat, siyasetmedarê Kurd Demîr Çelîk, ji Zanîngeha Lozanê Akademîsyen Marîe-Claîre Caloz û ji  Baroya Lozanê Parêzer Husnu Yilmaz hazir bû.

Di axaftinan de hate gotin greva birçîbûnê ji rewşa krîtîk bihuriye, bang hate kirin ku divê li qada navnetewî piştevanî were geşkirin.

Parlamentera Amedê Dersim Dag a HDP'ê ku di greva birçîbûnê de ye bi telefonê tevlî konferansê bû û bal kişande ser daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê.

4 SIYASETMEDARAN DANEZANE 'TECRÎD'Ê ÎMZE KIRIN

Her wiha li konferansê têkilî tecrîdê û grevên birçîbûnê danezanek ji bo îmzekirinê hate hazirkirin. Parlamenterê Parlamentoya Netewî ya Swîsreyê Nîcolas Rochat, Serokê Kesan a Kantona Vaud Alberto Mocchî, Parlamenerê Keskan ê Kantona Vaud Hadrîen Buclîs û Endama Meclîsa Şaredariya ji Partiya Karker a Renensê Karîna Clerc danezan îmze kirin.

Di danezanê de ji bo ku heta niha daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê nehatine qebûlkirin helwest hate nîşandan.

Di danezanê de hate gotin, ''Daxwaza grevkaran ji hêla hiqûqa netewî ya Tirk ve û ji hêla hurmeta li hiqûqa navnetewî ve daxwazeke pir kêm e ku divê hurmetê bidinê. Grevkar her wiha dixwazin dîsa bi wekhevî li ser maseya aştiyê were rûniştandin.''

Di danezanê de her wiha hate gotin, qonaxa ku greva birçîbûnê hatiyê û rewşa qebûlnekirina daxwazan nîşana bêhiqûqiya li ser Kurdan e ku li çar parçeyan dijîn.

Her wiha hate gotin rejîma otorîter Erdoan li Kurdistanê sansûrê dike, li dijî muxalîfan êrîşkariya leşkerî dike û ev bûye parçeyek ji jiyana rojene, çi kesê ku li dijî polîtikayên AKP'ê dertên zexteke giran li ser wan tê kirin û girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê hate bibîrxistin.

'EM NIKARIN BÊDENG BIMÎNIN'

Di danezanê de bang li Konseya Ewropayê û Swîsreyê hate kirin ku tevbigerin û bi domdarî wiha hate gotin: ''Li bara êrîşên sîstematîk ên li ser Kurdan û tinekirina mafên sereke yên mirovî û nirxên demokratîk Konseya Ewropayê û Parlamentoya Swîsreyê nikare bêdeng bimîne. Ji bo mafê diyarkirina çarenûsê ya Kurdan, ji bo berdana girtiyên siyasî divê bi lezgînî helwesteke hevpar were nîşandan.''