Sînan Dêrsim li Stockholmê hate bibîranîn

Li Stockholmê Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim bi merasîmekê hate bîranîn.

Li Komeleya Çand û Hunerî ya Stockholmê Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim bi merasimekê hate bibîranîn.

Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê komîteya malbatên şehîdan Letîf Hestirkî axaftina destpêkê kir.

Sînevîzyona ku li ser jiyan û xebata şoreşgerê nemir Sînan Dêrsim hatibû amadekirin hate nîşandan.

Di bîranînê de siyasetmedar Cemşît Serhad axivî. Serhed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tiştê ku wan digehijîne hev, vîn û xwîna pakrewanan e û got, “Yek ji wan jî rêheval Sînan e. Rexmî ku gelek riyên cuda li pêşiya wî hebûn, ewî can, jiyan û hebûna xwe pêşkêşî Kurdistanê kir û bû pêşengekî mînak. Her şehîdek me xwedî ked û nirxên mezin in, lê şehadeta rêheval Sînan ji bo me teva pir giran hat, bi xwedîderketina li doz, xebat û rêça wî em dikarin layiqî wan bibin.”

Serhad di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku ev meh meha komkujî û meheke dîrokî ye û wiha pêde çû, “Îro di heman demê de komkujiya Ermenan e. Heta bi roja îro jî tu dewlet helwestek berbiçav an ku mirov bêje wa ye helwesteke baş e, li himberî komkujiya Ermeniyan ji ber berjewendiyên xwe yên bazirganî ya bi Tirkan re nîşan nedane. Di heman demê de ev meh meha Enfal, rejîma Beas û Sedam ku bi sed hezaran Kurd kuşt. Îro li ser heman axê dewleta Tirk bi êrîşên li ser Zap, Metîna, Avaşîn û her dera Kurdistanê bi her awayek hovane komkujiyan dubare dike. Lê binêrin, PDK di aliyekê de xwe weke rêvebirê herêma Başûrê Kurdistanê dide nişandan, lê di aliyê din de bi awayek eşkere ji dagirkerî û hovîtiya Tirkan re dibe alîkar. Pêwîst e tevayî cîhan û raya giştî vê rastiya wan a gemar bibîne û bêdeng nemîne. Di aliyekê de gel berxwedaniyek mezin dike lê li aliyek dijî jî xiyanet, caşîtî û xwefiroşiya hin hêlên xiyanetkar heye.”

Cemşît Serhad herî dawî wiha got, “Em tenê bi xwedîderketina li Rêber Apo doza şehîdan û li her derê bi piştgirtina gerîllayên leheng re dikarin li doza şehîdan xwedî derbikevin. Pêwîst e her Kurdek xwedî şeref û exlaq, weke girtina rojî û nimêj vêya ji xwe re bike erkek.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bıjî berxwedana gerîlla”, “Bimre îxanet” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.