Serokê Şaredariya Cenevreyê: Berxwedana we bi wate ye

Serokê Şaredariya Cenevreyê Samî Kanaan ê serdana Kocak ê 74 roj in di grevê de ye kir got: “Têkoşîna we carekî din girîngiya rêzdayina Belgenameya Mafê Mirovan a Gerdûnî raxist ber çavan.”

Serdanên piştevaniyê yên ji bo Mehmet Alî Koça ê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 74 roj in di grevê de ye dewam dike. Serokê Şaredariya Cenevreyê Samî Kannaan û endamê Meclîsa Şaredariyê Gazî Şahîn serdana Koçak ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Cenevreyê ye kirin.

Serokê Şaredariya Kaan derbarê rewşa tenduristî û berxwedana Koçak agahî girt û anî ziman ku piştevaniya Koçak dikin.

 ‘BERXWEDANA WE BI WATE YE’

Kanaan diyar kir ku çalakiya Koçak berxwedanekî pir bi bandor e û got: “Bajarê Cenevreyê di warê mafê mirov û demokrasiyê de bajarek girîng e. Ji bo vê li ser navê bajar serdana we kirin pir girîng dibîni. Berxwedana we carekî din da nîşandan ku xwedî li Belgenameya Mafê Mirovan a Gerdûnî bê derketin û rêz jê re bê girtin raxist ber çavan. Bingehê vê belgenameyê, parastina mafê mirovan a bingeîn, mafê azadiya raman û li her derê mafê xwe bi destxistin rêzê jêre girtine. Ji bo parastina vî mafî berxwedana ku hûn dikin gelek bi wate û girîng e.”

‘DIVÊ ME BI HEV RE TÊBIKOŞIN’

Piştî serokê şaredariyê û şûnde Mehmet Alî Koçak bal kişand ser armanca çalakiyê û girîngiya wê û spasiyên xwe ji bo serdanê pêşkêş kir û got: “Piştgirîkirin pir girîng e. Berxwedana me heman demê li dijî tinekirina nirxên mirovan serhildaneke. Di vê wateyê de bê ku em cudahî bixin nava ol, reng, ziman li kû dera dinê dibe bila bibe li dijî bêdaletiya heyî divê bi hev re têbikoşin.”