Senetor û jinan serdana berxwedêrên greva Strasboûrgê kirin

Greva ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan li Strasboûrgê di roja 40’î de dewam dike. Parêzvanên mafê jinan û siyasetmedarên Fransî serdana çalakiyê kirin.

Çalakiya greva biçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ji bo şikandina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Strasobûrg ê Fransayê di roja 40’î de dewam dike. Senetor û siyasetmedarên alîkarên serokên şaredariyan jî di nav de gelek siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan serdana berxwedêrên grevê kirin.

Di axaftinên serdanê de hatin kirin bal hate kişandina ser berxwedana gelê Kurd bi taybet têkoşîna jinên Kurd, hate gotin ku wê dewletên Ewropa li hember qêrîna zarokên gelê Kurd ên li dijî tecrîdê bêdneg nemînin.

Greva ku 17’ê Kanûna 2018’an bi tevlîbûna 14 çalakvanan li bajarê Strasboûrgê destpê kir li her derên Ewropayê serdanên piştgiriyê dewam in. Siyasetmedarên Ewropa û parêzvanên mafê mirovan li hember berxwedanan li dijî tecrîdê bêdeng namînin.

Senetora bajarê Val de Marne Laûrence Cohne, Komeleya Femmes Solîdaîres Françoîse Bontoûx û Zeyneb Tanriverdî, Alîkara Serokê Şaredariya Montreûîl Halîme Menhoûdj û Sekretera bajarê Bas-Rhîn a girêdayî Partiya Komunîst a Fransî (PCF) a Strasboûrgê Hûlliya Tûran serdana çalakiyê kirin.

Endama Partiya Komunîst a Fransî (PCF) û senetora Val de Marne Laûrence Cohen anî ziman ku ji bo piştevaniyê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê hatine, keyfxweşiya xwe ya ji bo berdana Leyla Guven anî ziman.

BERANA GUVEN ASTEKE GIRÎNG A GREVA BIRÇÎBÛNÊ YE

Senetor Laûrence Cohen anî ziman jibo piştevaniya bi gelê Kurd û wekheviya jin-mêr têkoşîn dikin hem li ser navê Koma Çep-Komunîst-Keskan a li Senatoyê û hem li ser navê xwe peyama piştevaniya bi çalakvanan re da.

Cohen diyar kir ku berdana Leyla Guven yek ji daxwaza yekem a greva birçîbûnê bû, diyar kir ku hikûmeta Erdogan gavek paş ve avêt.

Cohen daxwaz kir ku dawî li zextên li ser girtiyên Kurd û tecrîda li ser Ocalan bê û ji bo têkoşîna çalakvanan jî spasdariyên xwe pêş kêş kir.

ALÎKARÊ SEROKÊ ŞAREDARIYA MONTREÛÎL PIŞTGIRÎ DA ÇALAKIYÊ

Alîkara Serokê Berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê Şaredariya Montreûîl Halîme Menhoûdj ku di heman demê de projeya bajarê bira bi Şaredariya Bîsmîlê re dimeşîne, got ew hem li ser navê xwe û hem jî li ser navê Serokê Şaredariya Partiya Komunîst a Pransa (ku endama partiyê ye) (PCF) Patrîce Bessac serdana çalakgeran dike. Mendhoûdj got ew weke jinek, weke demokratekê serdana çalakgeran dike û got; “Kurd ji bo ‘Şikandina bêdengiyê’ her dem têdikoşin.”

Helmoûndj wiha domand; “Grevên birçîbûnê ji bo gelê Kurd û mafên mirovan, ji bo mafê jinan qîrîneke mezin e. Em li gel gelê Kurd ê bindest in.”

PEYAMA FEMMES SOLIDARIES Û ENDAMA KONSEYA BAJAR ANÎ

Li ser navê Femmes Solîdarîes endama saziyê ku ji bo mafê jinan têdikoşe Françoîse Bontoûx peyama ku ji aliyê Serok Aûdrey Meret û ya Endma Konseya Bajêr Seîne-et-Marne Marîanne Margate xwend. Bontoûx wiha got; “Bi salan e em li gel yekîtiya têkoşîna bi gelê Kurd re ne. Têkoşîna we bila bidome, em serketinê ji were dixwazin.”

‘BAJARÊ SEMBOLÎK YÊ EWROPA STRASBOÛRG WÊ BÊDENG NEMÎNE!’

Sekreteriya Bajarê Bas-Rhin yê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Hûlliya Tûran jî got ew ji bo piştgirîdayîna têkoşîna gelê Kurd ya ji bo hemwelatî û perwerdehiya zimanê dayikê li Strasboûrgê ne. Tûran wiha got; “Gelê Kurd li Rojhilata Navîn li dijî politÎkayên Erdogan yê hovane têdikoşe, grevên birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan li dijî tecrîdê girîng e.”

Hûlliya Tûran got; “Tecrîd di heman demê de li dijî gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd e. Me daxwaz ji Serokê Şaredariya Strasboûrgê Roland Rîes kir ku ciheke berfirehtir bide çalakgeran. Bajarê Strasboûrgê yê ku bûye sembola mafên mirovan û yekîtiya Ewropa divê li dijî têkoşînekî wiha bêdeng nemîne.”

SERDANÊN PIŞTGIRIYÊ

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Stûttgartê û derdora wê dijîn jî di nav de xebatkarên çapemeniya Kurd jî îro li Strasboûrgê bû. Xebatkarên çapemeniyê bi rojnameger Gulîstan Îke û çalakgerên din re civiyan û têkildarî rewşa wan agahî wergirtin.