Senetor Laûrent: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin
Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransa (PCF) û Senetor Pîerre Lanûrent, zextên li dijî Kurdan bir rojeva Komîsyona Têkiliyên Karê Derve yê Senetoyê.
Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransa (PCF) û Senetor Pîerre Lanûrent, zextên li dijî Kurdan bir rojeva Komîsyona Têkiliyên Karê Derve yê Senetoyê.
Senetor Pîerre Lanûrent bi taybet bal kişand ser zextên beriya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ya li ser HDP’ê, girtin hilbijêran, girtin, astengiyên li pêşiya kampanyayên HDP’ê bibîr xist.
Leûrrent got: “Gelê Kurd û Tirk ên ji bo naskirina mafê Kurdan ên çandî û siyasî têdikoşînin bi awayekî sîstematîk zext li ser tên kirin. Leûrent îşaret bi hatina demê herî tarî yên dîroka Tirkiyeyê rûdayîne.
Laûrent ê bang li Serokkomar Emmanûel Macron û Wezîrê Karê Derve Jaean-Yves Le Drîan kir, ji bo berdana Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş divê Fransa bikeve nava hewldanan.
Laûrent xîtabî senetoyê kir û got: “Bang li her yek ji me dikim ku Selahattîn Demîrtaş ji bo hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobel a 2019’an bê kirin, destek bikin.”
Senetorê Komunîst daxwaza destekê ji bo Abdullah Ocalan ê bi dehan car ji bo aştiyê bang li Erdogan kir ku vegere muzakereyê û hemû girtiyên siyasî kir û got: “Hêzên PKK’ê li dijî rêistina Dewleta Îslamê li Iraq û Sûriyeyê têkoşîneke xurt kirin; Êzidî jî di nav de bi hezaran jin û mêr ji mirinê rizgar kirin. Derxistina PKK’ê ya ji lîsteya rêxistinê yên terorîst ên Ewropa, wê rê li ber perspektîfên aştî ya Tirkiye û herêmê bide vekirin.”