Seehofer dixwaze lêkolînê li ser kesên li dijî polîsan bike

Wezîrê Karê Navxweyî yê Elmanyayê li dijî lêkolîna kirinên nijadperest derket û xwest ‘şîddeta li ser polîsan’ were lêkolînkirin.

Ji ber ku polîsên Elmanyayê bi kêfî li ser kesên biyan disekine, hefteya borî hatibû xwestin ‘lêkolîneke serbixwe’ were kirin. Ev daxwaz ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê jî hatibû kirin.

Wezîrê Karê Navxweyî Hors Seehofer jî diyar kir ku pêkanînên polîsan ên bi vî rengî tune. Seehofer diyar kiribû ji ber vê îddîaya xwe pêdivî bi tu lêkolînê tune û xwestibû ser meylên nijadperest were girtin.

Gelek aliyan nerazîbûn nîşanî Horst Seehofer dan û xwest bila ev ‘êrîşên li ser polîsan’ were lêkolînkirin.

Seehofer îddîa kir ku li ser polîsan êrîşên zêde hene û xwest kesên li dijî polîsan şer kirine jî bila cezayên ‘berbiçav’ were dayîn.

Seehofer ji bo rexnekirina polîsan jî got ‘çêr’ û ‘heqaret’ e.