Salvegera damezrandina PKK'ê li Helsînkiyê hate pîrozkirin

Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Kurdên li Fînlandiyayê dimînin, ji bo pîrozkirina salvegera 44'an da damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şahiyek lidar xistin.

Çalakî li salona Kedkaran bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Li gel xwendina daxuyanî û peyaman sînevîzyonek li ser dîroka PKK'ê hate nîşandan.

Li qada çalakiyê wêneyên 17 gerîlayên bi êrîşên kîmyewî şehîd bûn û alên PKK'ê hatin hildan.

Di şahiyê de hunermend Seyda Perînçek derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Pîrozbahiyê heta derengiya şevê bi muzîkê û gerandina govendê dewam kir.