Li Swîsreyê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin
Li bajarên Aarau û Solothurn ên Swîsreyê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakiyan hat pîrozkirin. Di çalakiyan de bal kişandin ser girîngiya berxwedanê û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Li bajarên Aarau û Solothurn ên Swîsreyê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakiyan hat pîrozkirin. Di çalakiyan de bal kişandin ser girîngiya berxwedanê û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
AARAU
Meclîsa Gel a Şehîd Mehmet Tûnç û Meclîsa Jinê ya Rojbîn bi boneya 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an, li bajarê Aarau yê Swîsreyê seyran organîze kirin û şahiya “Cejna Vejînê” li dar xistin. Hevseroka Konseya Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Dîlan Çetînkaya, aktîvîstên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û gelek Kurdistanî beşdarî pîrozbahiya li qada Waldhaus Krahenacker a Schafisheîmê hat lidarxistin, bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aarau Îdrîs Ûzkaş ewilî axivî. Ûzkaş bi silavkirina beşdaran dest bi axaftinê kir. Ûzkaş bal kişand ser asta têkoşînê û wiha got: “40 sal berê di pêşengiya fermandarê mezin Heval Egîd de guleya yekem hat avêtin. Bandora vê gule hê jî didome. Dijminên me bi kar anîna hevkarên herêmî êrîşî me dike. Ji Rêbertiya me ku bi salan e li Îmraliyê girtî ye tu agahî nayê girtin. Em vê yekê hem ji dost û hem jî ji dijminan re dibêjin; Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. Heta Rêber Apo azad nebe yekjî ji me azad nabe."
Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Rûken Amed axaftinek kurt kir. Amed diyar kir ku guleya yekemîn di dîrokê de gelekî girîng e û wiha got: "Guleya 15'ê Tebaxa 1984'an her çendî li dîroka tarî ya Kurdan ketibe jî, li hişmendiya desthilatdariyê hat xistin. Ev meşaleya azadiyê ya ku ji aliyê fermandarê mezin Mahsum Korkmaz ve hatiye pêxistin, li her derê didome. Em bejna xwe li ber di serî de Azîme, Bêrîtan, Zîlan, Sara, Arîn Mîrkan û bi hezaran şehîdên jin ên ku em gihandine vê rojê ditewînin.”
Di çalakiyê de koma muzîkê û koma şanoyê ya ku di nava Meclîsa Şehîd Mehmet Tûnç a Aarau de xebatên hunerî dimeşînin hunera xwe pêşkêş kirin. Herî dawî Koma Mîtra ya ku di bin banê Kurd-Dem a Zurîhê de xebatên hunerî dimeşîne derket ser dikê. Gel demeke dirêj li ber stranan govend gerandin.
SOLOTHURN
Ciheke din a pîrozbahiyê bajarê Solothurn ê Swîsreyê bû. Gelek Kurdistanî beşdarî seyrana ku bi boneya 15’ê Tebaxê ji aliyê Komuna Jinê ya Pinar û Meclîsa Gel a Solothurnê ve hat lidarxistin, bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Li ser navê Komuna Jinê ya Pinarê Xecê Kaya di pîrozbahiyê de axivî. Xecê Kaya diyar kir ku 40 sal di ser guleya yekemîn derbas bû û got, “15’ê Tebaxê ne tenê guleyek e ku li dijmin hatiye xistin. Ev guleya yekem di heman demê de guleya li dijî desthilatdariya mêrê feodal ê paşverû bû.”
Hevserokên Civaka Kurd a Demokratîk a Solothurnê Kaya Demîr û Yeter Guzen jî gel silav kirin û li ser 15’ê Tebaxê nirxandin kirin. Hevserokan diyar kirin ku divê gelê Kurd ên li Ewropayê bi ruhê seferberiyê nêzîkî erk û berpirsyariyên xwe bibin.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Ronahî li ser kevneşopiya berxwedanê ya çiya û zindanan rawestiya û wiha axivî "Heta ku têkoşîna me bi serketinê tacîdar bibe û Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad ava bibe, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Aktîvîst û siyasetmedarê Kurd Metîn Mîntaş herî dawî axivî. Mintaş li ser 40’emîn salvegera 15’ê Tebaxê rawestiya û got, “Berxwedana Rêbertî, berxwedana gerîla û berxwedana zindanan ji bo me çavkaniya îlhamê ye. Em ê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.”
Piştî axaftinan gel bi dirûşme û tilîliyan govend gerandin. Çalakî heta saetên êvarê dewam kir.