BI DÎMEN

Li Stockholmê çalakiya 'Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê' hat lidarxistin

Bi pêşengiya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Meclîsa Jinan a Amara ya Stockholmê di çarçoveya kampanyaya “Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê” çalakî li dar xistin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ DARVEKIRINÊ

Ji bo şermezarkirina darvekirinên dawî yên ji aliyê rejîma Îranê ve pêk hatine, li Sergels Torg a navenda qelebalix a Stockholmê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine darvekirin hatin hildan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", “Bimre rejîma Îranê" û "Kujer faşîst Xumeynî" hatin berzkirin. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û derbarê çalakiyê de swêdî hatin agahdarkirin û pirsên wan hatin brsivandin.