BI DÎMEN

Tûra ciwanan a li Berlînê di roja duyemîn de berdewam dike

Tûra ciwanan a li Berlînê ya ku ciwanên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) ên ji bajarên cuda yên Elmanyayê hatin cem hev, di roja duyemîn de bi coş didome.

TÛRA CIWANAN

Roja duyemîn a Tûra Ciwanan a Berlînê bi serdana gora kesayeta girîng a şoreşa jinê Rosa Luxemburg a li bîrdariya Lichtenbergê dest pê kir.

Ciwanan kesên di têkoşîna sosyalîst de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê bi bîr anîn.

Rawestgeha duyemîn a gerê li Bîrdariya Şerê Sovyetê li Parka Treptower bû. Koma ku ber bi bîrdariyê ve dimeşiyan gotinên siyasetmedarên Sovyetê yên li ser bîrdariyan hatibûn nivîsandin lêkolîn kirin û nirxand. Ciwanên ku herî dawî bîrdariya li navenda parkê ziyaret kirin û bi vî awayî gera xwe ya li Parka Treptowerê bi dawî kirin.

Ciwan wê roja duyemîn bi semînera “Di Şoreşê de Rol û Girîngiya Jinê” temam bikin.