BI DÎMEN

Li Atînayê meşa 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' hat lidarxistin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanistan Atînayê meşek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê li Qada Akademîayê hatin gel hev û heta ber Konsolosxaneya Tirk meşiyan.

Di meşê de pankarta ku wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bû û alên PKK'ê hatin vekirin. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.

Rojnamevan Îsmet Akkûrt û ji Înîsiyatîfa RiseUp4Rojava ya Atînayê Welat Adar axivîn.