Li Zanîngeha Valenciayê fikrên Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin

Yekîtiya Xwendekarên Katalanê di çarçoveya Rojên Diyaloga bi Ocalan re li Valenciayê rewşa Kurdistan û welatên Katalan nirxand û li ser paradîgmayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman.

SEPC (Yekîtiya Xwendekarên Katalanê) li Zanîngeha Valenciayê bi sernavê "Rojên Diyalogê bi Ocalan re" nplatforma nîqaşan li dar xist. 20 kesên ku piraniya wan xwendekar bûn beşdarî platforma nîqaşê bûn.

Di platformê de bal kişandin ser girîngiya pergala tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her wiha li ser dîrok, erdnîgariya Kurdistanê, têkoşîna gel a ji bo azadiya Kurdistanê,  dîroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ku li ser fikr, pratîk û modela Abdullah Öcalan bi rêxistin bûye axivîn.

Her wiha di platformê de li ser dîrok, berxwedan û aktîvîteyên welatên Katalonyayê pêşkêşiyek hate kirin. Pirsên derbarê parastina ziman û çandê ya li hemberî zilma dewletê de rê li ber geşbûna nîqaşan vekir.

Di çalakiyê de li ser têkoşîna çînayetî û têkoşîna neteweyî nîqaş hatin kirin, dîrok û guhertina paradîgmaya Tevgera Azadiyê ya Kurd hate parvekirin û li ser rewşa welatê Valenciayê fikirên xwe vegotin.

Di dawiyê de li ser rewş û parastina çand û rola jinê nîqaş hatin kirin û li ser girîngiya jiholêrakirina zilamê serdest û nêrîna oryantalîst jî nîqaş hatin kirin.