Konfederalîzma demokratîk li Viyanayê hat nîqaşkirin

Li Muzeya Folklorê ya Viyanayê bi pêşengiya Feykom û Defend Kurdistan çalakiyek li ser konfederalîzma demokratîk hat lidarxistin.

Rêxistina sîwane ya komeleyên Kurd Feykom a Awûstûryayê û Înîsiyatîfa Defend Kurdistan bi sernavê "Konfederalîzma Demokratîk wekî perspektîfa çareseriyê ya li Rojhilata Navîn" li Viyaniyê pêşkêşiyek li dar xistin. Di çalakiya ku li Muzeya Folklorê ya Viyanayê hat lidarxistin de endamê Akademiya Modernîzma Demokratîk Alî Firat bû mêvan.

Di konferansê de der barê teoriyên Abdullah Ocalan de agahiyên berfireh hatin dayîn, li ser tespîtên wî yên der barê konfederalîzma demokratîk û "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" ku ji dawiya Şerê Sar û vir ve dewam dike, hatin nirxandin.

DIVÊ NETEW DEWLET BÊ DERBASKIRIN

Alî Firat di çarçoveya ramanên Abdullah Ocalan de der barê modela netew-dewletê de pêşkêşiyek kir û got, “Di vê çarçoveyê de pirsa gelo divê ev model bê domandin an jî ji nû ve bê kirin, dîsa di vê çarçoveyê de tê rojevê. Li gorî Abdullah Ocalan, divê dewleta netewe were derbaskirin: Yek ji faktorên ku piştgirî dide ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bêguman netew dewlet e û taybetmendiyên wê ye (şerê demdirêj û kêm-zêde, tifaqên nerm, şerê aborî û hwd. BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr), derketina lîstikvanên nû aloziya rewşa cîhanê zêde kiriye."

GELO KURDISTAN HÊZA ÇARESERIYÊ YA NÛ YE?

Firat di beşa dawî ya axaftina xwe de rewşa Rojhilata Navîn li ser bingehên wê yên aborî, jeostratejîk û bandorên wan ên berbiçav ên di pratîkê de rave kir. Firat diyar kir ku herêm ji ber dîroka xwe ya dijwar û rewşa heyî ji bo Abdullah Ocalan jî roleke sereke lîstiye û wiha dewam kir: “Netew dewlet a xwedî etnîkî bandora herî wêranker bi rakirina şert û mercên pirçandîbûnê ku mafê çarenûsa gelan ji holê rakir. Bi awayê herî tund hatiye înkarkirin -mînaka berbiçav ne li Kurdistanê ye- û ev der cîhên ku bi xwînrijandinê li hemberî hewldanên demoratîkbûnê derketine. Dîroka dawî ya herêmê di çar bûyer û qonaxan de derbas bûye: Şerê Kendavê, şerên li Afganîstan û Iraqê, ‘Bihara Erebî’ û weke  lîstikvanên sereke bi Çîn û Hindistanê re li ser korîdorên ernerjiyê yên nû pêvçûn domdar hene. Di rewşa heyî de aktorên navneteweyî yên ku ber bi neolîberalîzmê ve diçin, hêzên herêmî yên di rewşa heyî de israr dikin û hêzên civakî yên dixwazin bi reforman projeya demokratîkbûnê bi dest bixin, di encamê de ketine nav hev û tevlîhev bûne.”

Firat got, "Li gorî Abdullah Ocalan divê li Kurdistanê dûrketina ji netew-dewletê bi pêş bikeve. Ciwan bi taybet jin wê di birêxistinkirina civakên xwe de rola pêşeng bilîzin.”

Firat di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi taybetî modela “rêya sêyemîn” a Rojava di navbera dewleteke zordar û muxalefeta paşverû de ye.

Piştî axaftinê li ser esasê pirs-bersiv rûniştinek hat lidarxistin.