ÇALAKIYÊN BÎRANÎNA ŞEHÎDAN
Li bajarên Zûrîh, Bern û Lozanê yên Swîsreyê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn.
ZURÎH
Merasîma bîranîna Şehîdên Gulanê ya li bajarokê Schlieren ê kantona Zurîhê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (Dem-Kurd) bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Mustafa Karahan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku meha Gulanê hem ji bo dîroka şoreşa Tirkiyeyê hem jî ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê girîng e û got ku meha Gulanê meha şehîdan e û got, “Pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Denîz Gezmiş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya di meha Gulanê de şehîd bûn. Rêber Apo mîrateya van şoreşgeran girt û têkoşîna azadiyê pêş xist. Di vê mehê de Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr, Çaran, Hozan Mizgîn û bi hezaran şehîd ketin; bi hurmet bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîd rûmeta me ne, em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin.”
Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûsa Farisogullari diyar kir ku şehîd xwediyên rastî yên vê têkoşînê ne û divê têkoşîna wan bidome û wiha dewam kir: “Ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin. Ew rûmeta gelê Kurd in. Piştgiriya têkoşîna wan erka me ya bingehîn e. Ji bo vê jî divê em xwe bi rêxistin bikin û vê têkoşînê pêş bixin. Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hatiye dagirkirin. Îro li çar parçeyên Kurdistanê zilm û qirkirin didome. Gelê Kurd di dîrokê de her tim rastî îxanetê hatiye. Ev xeta îxanetê îro jî didome. Divê li dijderketina vê erka me ya sereke be. Ji bo Rêber Apo kampanyayek hatiye destpêkirin. Erka me ye ku em vê kampanyaya azadiya fizîkî ya Rêbertiyê abi ser bixin. Ji ber vê yekê ez dixwazim careke din bibêjim; rêxistinkirin û berfirehkirina têkoşînê erka me ya sereke ye. Şehîdên me ev erk bi temamî bi cih anîn. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin.”
Di bîranînê de bavê şehîd Şemsettîn Tunç got, “PKK partiya şehîdan e. Em jî malbata şehîdan in. Divê em xwedî li vê têkoşînê derkevin.”
Piştî sînevîzyona ji bo Şehîdên Gulanê hatibû amadekirin hat pêşandan, koma ArGenim a ku di bin banê Dem-Kurdê xebatên xwe dimeşîne, konsereke mûzîkê ya kurt da.
LOZAN
Xizmên şehîdên Lozanê yên li Lozanê dijîn û gelek Kurdistanî beşdarî bîranîna ku li DKTM a Lozanê hat lidarxistin bûn.
Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Lozanê Ramazan Oba axivî. Oba da zanîn ku lehengên di meha Gulanê de şehîd bûne di dîroka têkoşînê de qonaxên herî girîng bi dest xistine û da zanîn ku ew ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya ji şehîdan hiştiye derkevin.
Endama YJK-S'ê Hatîce Kandal diyar kir ku ew hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin, ji Leyla Qasim, heta Hozan Mizgîn berdewam dikin û” got, “Dîroka me ya berxwedanê tijî xalên veguherînê yên girîng e. Piştî şehadeta Hakî Karer tevgera me hat damezrandin. Piştî şehadeta Halîl Çavgûn berxwedana Hîlwanê pêş ket. Her şehadetek meha Gulanê dîrokek e.”
Hevserokê CDK'ê yê Lozanê Zulfû Bînbîr jî anî ziman ku piştî şehîdan axaftin zehmet e û wiha axivî: “Şehîdên me bawer kirin ku jiyana azad heye. Bi vê baweriyê em careke din soz didin ku xwedî li mîrateya van lehengên ku ji bo jiyaneke nû û azad ji me re hiştine, biparêzin."
Piştî temaşekirina du sînevîzyonên cuda yên ji bo lehengên jin ên di meha Gulanê de şehîd bûne û yên di meha Gulanê de şehîd bûne, bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
BERN
Li paytext Bernê Fermandarê HPG'ê Alî Haydar Dersim (Bîlal Karakûş) û Soro Amanos (Muslum Urper) ên di sala 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, hatin bîranîn. Gelek malbatên şehîdan beşdarî merasîma bîranînê ya li DKTM ya Bernê bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û axaftina ewil li ser navê KOMAW'ê Saadet Kûran kir. Saadet Kûran destnîşan kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi saya şehîdan gihiştiye vê qonaxê û got, "Ger em dixwazin şehîdan nemir bikin, divê xwedî li têkoşîn û xeyalên wan derkeviin."
Hevserokê DKTM’ê yê Bernê Bûrhan Karakoç jî got, “Em çiqas behsa şehîdan bikin jî vegotin û pênaseya şehîdan têrê nake. Erka me bilindkirina ala têkoşînê ya wan li pey xwe hiştiye.
Li ser navê malbata Şehîd Soro Amanos, Mehdî Goyî û biraziyê Haydar Dersim Gokhan Karakuş di axaftinên xwe de diyar kirin ku wan jiyaneke layiqî şehîdên xwe kirine.
Sînevîzyona ji bo bîranînê hatibû amadekirin hat pêşandan û dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin.