BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê: Xwedîderketina li Rêbertiyê, xwedîderketina li mirovahiyê ye

Koma Oldenbûrgê di hefteya nû de nobeta ku 12 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome, dewr girt. Çalakgeran gotin, “Xwedîderketina li Rêbertiyê, xwedîderketina li mirovahiyê ye. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li pişt Rêberê xwe bin.”

Bi pêşengiya Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrgê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê lidarxistin.

Nobet her hefte ji aliyê welatparêzên Kurdistanê yên ji welatên cuda yên Ewropayê tên ve tê girtin. Di hefteya 608'an de Dadaş Kutucu, Delîl Xinis, Hediye Xelîl û Sarya Zerdeşt ên ji bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê hatibûn dewr girtin.

Berdevka Komê Dadaş Kutucu diyar kir ku ew 'Roja Reş' a Kurdan û hemû hêzên ku tevlî komployê bûne, di sala 26'an de şermezar dikin û got, "Rêberê me ji bo gelê Kurd û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çû Ewropayê. Lê mixabin dewletên dagirker -gunehê wan di stuyê wan de- Rêberê me teslîmî dewleta Tirk a dagirker kirin. Rêberê me 25 sal in di girtîgehê de ye. 3 sal in destûr nadin ku bi parêzer û malbate xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em weke gelê Kurd dixwazin dengê Rêberê me hevdîtinê bike. Lê mixabin dewleta dagirker ji bo ku têkiliya Abdullah Ocalan bi gelê Kurd re qut bike û dengê xwe negihîne gelan, perdeya reş danîne ser dîwarên Îmraliyê. Em bang li hemû hêzên komploger dikin; hêza tu kesî ji we nîne ku rê li Rêbertiyê bigirin. Fikr û ramanên wî di dil û mejiyê me de ne. Hemû gelên bindest û welatparêz li benda fikir û ramanên wî ne. Rêbertî rûpeleke nû ya dîrokê vekir. Hemû gelê me berê xwe da Kolnê û rûpeleke nû ya dîrokê vekir. Em dizanin ku gelê Kurd xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Xwedîderketina li Rêbertiyê tê wateya xwedîderketina li mirovahiyê ye, parastina fikir, çand û zimanê Kurdî ye.

Kutucu diyar kir ku gelê Kurd ji ber ku di dîroka nêz de Qazî Mihemed, Şêx Saîd û Seyîd Riza neparastin bê statû man û got, “Îro em dibînin ku gelê Kurd cara yekem e ku piştgiriyê dide Rêberê xwe. her tim di şer de ne. Ji îro û pê ve ji bo Rêberê xwe çi erka ku dikeve ser milê me em ê bikin."

Kutucu anî ziman ku Nobeta Azadiyê ya 12 sal in li Strasboûrgê tê lidardixin pîroz e, herî dawî ji gelê Kurd xwest ku berê xwe bidin Strasboûrgê û divê bibiêjin ku tu hêz nikare me duçarî jiyaneke bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.

Kutucu got, "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li pişt Rêberê xwe bin."