Yek ji şehîdên 'Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin' Halîl Şen hat bibîranîn

Halîl Şen ê ku bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî li ber Parlamentoya Dresdenê bi şewitandina bedena xwe şehîd bû, li avahiya DKTM'ê ya Dresdenê hat bîranîn. Piştre jî çeleng danîn cihê ku çalakî pêk anîbû.


Halîl Şen ê ku di 12’ê Sibata 2021’an de ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li bajarê Dresden ê Elmanyayê, li ber Parlamentoya Dresdenê bi şewitandina bedena xwe tevlî şehîdên 'Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin' bû, li bajarê Dresdenê hat bibîranîn.
Di bîranînê de di şexsê Halîl Şen de ji bo berxwedêrên "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" û ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. 
Piştre Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Dresdenê Bekir Apak axaftinek kir û got, “Şehîdên me xeta me ya têkoşînê ne. Ji bo vê jî em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin” û banga beşdarbûna meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê kir. 
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Alî Akyuz axivî. Akyuz jî ev tişt anî ziman: “Em soza xwe ya bi şehîdên xwe re dubare dikin. Ji bo şer bi dawî bibe û rondik nerijin, divê Rêberê me azadiya fîzîkî bi dest bixe.”
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Safiye Erol helbesta ku ji bo Halîl Şen nivîsî xwend û piştre diyar kir ku ew di şexsê kesên ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalam bûne yek û xeleka agir ava kirine hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî.
Safiye Erol got, “Heval Halîl komploya hêzên navneteweyî ya li dijî Rêberê me qebûl nekir û ji bo şermezarkirina komplogeran, bi berxwedaneke fedayî tevlî karwanê şehîdan bû. Heval Halîl ji bo me bû manîfesto. Weke jinên Kurd em qebûl nakin ku em ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 3 sal in ku li dijî pergala qirkirina Îmraliyê li ber xwe dide û ji bo azadiya gelê xwe çareserî dibîne dîl tê girtin. Em êbi awayekî çalak beşdarî meşa navendî ya Kolnê ya ku dê di çarçoveya ku ji bo berfirehkirina têkoşîna me hatiye destpêkirin, bibin. Em soza xwe ya bi Rêberê xwe û şehîdan re dubare bikin."
Li ser navê FED-KURD’ê Menderes Canbek jî der barê nasê xwe Halîl Şen de ev tişt got: “Kesekî ku li Elmanya Rojhilat dijiya, ji aliyê hemû welatparêzan ve  û bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re dihat naskirin. Hewl dida tevahiya jiyana xwe li dora Rêbertiya azad ava bike û jiyana takekesî nedifikirî. Heval Halîl di rojên xwe yên dawî yên beriya şehadeta xwe de gelekî kêfxweş bû. Helbet piştî vê çalakiya wî me karîbû sedema vê yekê fam bikin. Piştî Heval Halîl ku Komploya Navdewletî qebûl nekir û bi berxwedana fedaî ya ji bo Rêbertî şehîd ket, me li gelek qadan kêmasiya xwe jî dît.” Canbek diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevahiya gelê Kurd di bin tecrîda girankirî de ye û wiha domand: “Weke gelê Kurd û dostên wan em ê di meşa 17’ê Sibatê ya li navenda Kolnê li dora Rêberê xwe bibin yek û ji bo azadiya fîzîkî dengê xwe bilind bikin. Divê em hemû di vê meşa dîrokî de cihê xwe bigirin.”
Bîranîn bi sînevîzyona şehîd Halîl Şen û berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.