Hunermendên TEV-ÇAND'ê Komploya Navneteweyî şermezar kirin
Hunermendên Kurd bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Hambûrgê çalakî pêk anîn û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qert şandin.
Hunermendên Kurd bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Hambûrgê çalakî pêk anîn û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qert şandin.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di civîna çapemeniyê ya li Hambûrg Rote Flora de endamên TEV-ÇAND'ê Salîh Farqînî, Leyla Ekîncî û siyasetmedar Cansu Ozdemîr axaftin kirin, komplo şermezar kirin û xwestin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Hunermend Xemgîn Bîrhat qert ji Îmraliyê re şand û got, "Em azadiya Rêberê xwe dixwazin."
Di daxuyaniya li ser navê TEV-ÇAND'ê de wiha hat gotin: "Ji bo piştgirîkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de ji aliyê rêveberên saziyên sivîl, endamên saziyên demokratîk, aktîvîstên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedaran ve hatiye destpêkirin, em li vir kom bûn. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê dewleta Tirk dawî li polîtîka xwe ya tecrîdê bîne. Ji bo piştgirîkirina vê kampanyayê li Amerîka, Ewropa, Amerîkaya Latîn, Japonya, Fîlîpîn, Awûstralya û gelek navendên din ên cîhanê daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Weke hunermendên Kurd ên li Ewropayê em piştgiriyê didin vê kampanyaya girîng û mafdar.”
Hevseroka Koma Eyaleta Die Linke Hamburgê Cansu Ozdemîr jî beşdarî daxuyaniyê bû. Cansu Ozdemîr got, “Ji bo şermezarkirina tecrîdê em li hev civiyan. Tecrîdeke ku zêdeyî 20 sal in di tu peymanên mafên mirovan de cih nagire heye. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Strasboûrgê jî li dijî berdewamkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku mafê wî yê tenduristî û ewlehiyê binpê dike, bertek nîşan nade. Tevî gelek hevdîtinan CPT’ê re jî peywira xwe pêk neanî.”
Hunermend Salih Farqînî jî got, “Em vê roja reş a li ser Rêberê me hatiye pêşxistin, şermezar dikin. Fikrên wî li hemû cîhanê tên qebûlkirin, li zanîngehan weke ders tên dayîn, lê em qet dengê Rêberê xwe nabihîzin. Weke TEV-ÇAND’ê me xwest em balê bikşînin ser vê tecrîdê û şermezar bikin.”
Endama Kevana Zêrîn û TEV-ÇAND'ê Leyla Ekîncî, bal kişandin ser tecrîd û azadiya fîzîkî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Pişt axaftinan beşdaran qertên îmze kirin ji Îmraliyê re şandin.