Li Den Haagê girîngiya meşa Kolnê hat vegotin

Di civîna gel a li Den Haagê ku bi beşdariya Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal pêk hat de hat diyarkirin ku divê her kes berpirsyariya meşa mezin a Kolnê ya ku wê bandorê li pêşeroja gelê Kurd bike, bigire ser milê xwe.

Li navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Den Haag ê Hollandayê civîneke gel hat lidarxistin. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal wek axaftvan beşdarî civînê bû.

Kartal li ser girîngiya meş û mîtînga ku wê di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”bê lidarxistin, diyar kir ku divê Kurd beşdarî vê meşa ku dê bandorê li pêşeroja gelê Kurd bike bibin.

Hevserok Kartal bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25 salên dîlgirtinê de di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ev 3 sal in tu agahî jê nayên girtin û got, "Dewleta Tirk di şerê ku ev 40 sal in tê meşandin dee nekarî encamê bi dest bixe. Ev rewş di serî de aborî û civakbûna Tirkiyeyê serobino kir. Sîstema desthilatdariya ya nû tê wateya desthilatdariya yek zilamî. Ev bû sedema hilweşîna tevahiya rêveberiya dewletê.”

Kartal diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re wê ji bo civakê bibe nefesek nû û wiha domand: “Di 17’ê Sibatê de bi sed hezaran gelê Kurd û dostên wan wê li Kolnê bicivin. Divê em hemû beşdarî vê meşê bibin. Ev meşa dîrokî ye.”