Meşa li Kîelê: Tehemula me ji jiyaneke bê Serokatî re tuneye
Qonaxa yekemîn a meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kîelê hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Qonaxa yekemîn a meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kîelê hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Qonaxa yekemîn a meşa dirêj a 2 rojan a li bajarê Kîel ê Elmanyayê ku di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Beriya meşa ku li navçeya Mettenhof a Kîelê destpê bike, ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.
Hevseroka FED-DEM'ê Sebahat Ergîn axivî û got, "Em nikarin tehemulî jiyaneke bê Rêbertî bikin. Rêbertiya me jî xeta sor a gelê me ye. Ji bo dawî li tecrîda giran were, divê em hîn bêhtir bixebitin."
Nûnerê PYD'ê yê Kîelê Dara Qamişlo jî got, "Tevî ku ji aliyê fizîkî ve girtî be jî, paradîgmaya Rêberê me bûye hêviya hemû gelên bindest."
Piştî axaftinan koma ji sed kesî pêk dihat dest bi meşê kir. Li ser rêya 6 kîlometreyan timî dirûşm hatin berzkirin. Meş li Kîel HBF’ê bi dawî bû.
Qonaxa meşa dirêj a sibê saet di 12:00 de li ber Mettenhof Kauflandê wû destpê bike.