BI DÎMEN

'Meşa Azadiyê ya ji bo Rêber Apo' roja yekemîn li pey xwe hişt

Li başûrê Fransayê meşa 3 rojan a ku bi 158 kesan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, roja yekemîn bi serkeftî derbas kir û peyama, "Serketin a berxwedêran e" hat dayîn.

158 kes li başûrê Fransayê meşa 3 rojan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Martîkê destpê kir, roja yekemîn li pey xwe hişt.

Li merheleya başûrê Fransayê ku çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakurê Kurdistan û Ewropayê tên lidarxistin hatin silavkirin û peyama, "Serketfin a berxwedêran e" hat dayîn.

Girse danê êvarê li ber Şaredariya Marîgnanê li hev civiya û piştî daxuyaniyên komîteya amadekar qonaxa roja ewil bi dawî kir.

Komîteya Amadekar ev agahî da: “Tevî hemû şert û mercên hewaya nebaş jî me roja yekemîn a meşa 3 rojan a li Başûrê Fransayê ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi awayekî serkeftî bi dawî kir. Banga me ji hemû gelê me yê dost û welatparêz re ev e; em li hemberî meşa ku dê rojên şemî û yekşemê bê lidarxistin, bêdeng nemînin. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo erka me ya bingehîn e. Li ser vî esasî cihê hevdîtina me ya roja şemiyê wê saet di 09.30’an de Marîgnane be. Roja yekşemê jî em ê bi hezaran werin cem hev û saet di 13.00’an de li Qada Canebîere ya Marsîlyayê bimeşin. Meşa me wê bi mîtînga li ber Parlamentoya Ewropayê bi dawî bibe.”