Rûniştina doza Salîh K. li Stuttgartê pêk hat

Doza ku li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê di derheqê siyasetmedarê Kurd Salîh K. de hatî vekirin, pêk hat. Rûniştina dozê ya li Dadgeha Ceza ya Eyaleta Stuttgartê hatî destpêkirin, Salîh K. û parêzerê wî tevlî bûn.

Siyasetmedarê Kurd Salîh K. ku li dadgeha 129b’yê tê darizandin û bi angaşta ‘Endamê rêxistineke derveyî welêt e’ tê darizandin, bi îdîaya ku di navbera Tîrmeha 2016 û Hezîrana 2018’an de berpirsyarê  PKK’ê yê herêma Freiburgê xebat meşandiye tê darizandin.

Di rûniştinê de sûcdarî delîlên di derbarê Salîh K. de hatin xwedin û parêzerê Salîh K. parastina muwekîlê xwe kir, angaştên di derbarê wî de derewandin. 

Piştî îfadya Salîh K. ya nivîskî, dadgehê rûniştina dozê taloqî 8’ê Gulanê kir.