‘Rêxistina Naziyan serbest e lê weşanxaneya Kurdan qedexe ye’

Rojnameya ‘Suddeteûtsche Zeîtûngê’ rexne kir ku Weşanxaneya Mezopotamyayê bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî hatiye qedexekirin lê koma Naziyan a bi navê ‘Combat 18’ nehatiye qedexekirin.

Di 2’ê Hezîranê de Waliyê Herêma Kasselê Walter Lubcke ji aliyê Neonaziyan hatibû kuştin. Çend roj berê derketibû holê ku kesê Lubcke kuştiye têkiliya wî bi koma Naziyan a bi navê ‘Combat 18’ê heye.

Piştî cînayeta walî ev kom gefê li gelek rêveberên herêmî û siyasetmedaran dixwe lê Wezareta Karên Navxweyî dengê xwe nake. Lê dema ku mesele komên çepgir û Kurd bin polîs digirin ser komeleyan û weşanan qedexe dikin.

Rojnameya ‘Suddeteûtsche Zeîtûngê’ rexne kir ku Weşanxaneya Mezopotamyayê bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî hatiye qedexekirin lê koma Naziyan a bi navê ‘Combat 18’ nehatiye qedexekirin.

Rojnameyê diyar kir ku vê koma Naziyan bi rûpoşan gefê dixwe lê tiştek bi wan nayê lê dema ku weşanxaneyeke Kurdan li hemberî rejîma Erdogan hebe, wezarete fermanê dide û dibêje bigirin ser wê komele an jî weşanxaneyê.

QEDEXE YE KU KURD PIRTÛK Û CDYAN DERXÎNIN!

Bi fermana Wezîrê Karê Navxweyî polîsan di 12’ê Sibata 2019’an de girtibûn ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê û herdu sazî mohr kiribûn. Sala borî polîsan dîsa girtibûn ser van saziyan û dest danîbûn ser gelek pirtûk û kovarên li ser Kurdan û yên bi Kurdî.