Rende bersiva 'Ocalan' da Enqereyê: Em ê li gel bindestan bin

Şaredarê Rende'yê Marcello Manna ku welatiya rûmetê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bersiv da zextên rejîma Enqereyê û got, "Em ê li gel bindestan bin."

Şaredariya Rende ya Îtalyayê meha Nîsanê welatîbûna rûmetê dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Sefîrê Bilind ê dewleta Tirk ê li Romayê Mûrat Salîm Esenlî jî nameyek ji Şaredarê Rendeyê Marcello Mann re şand û hewl da zextê lê bike.

Di nameyê de têkoşîna Kurdan weke 'terorîzmê' hate pênasekirin û hewl da welatîbûna rûmetê jî weke 'piştgiriya ji bo terorîzmê' binav bike.

Marcello Manna jî li ser hesabê Facebookê bersiv da nameya Sefîrê Bilind ê Tirk û ev bersiv parve kir.

Manna ev bersiv da:

"Têkildarî nameya we, em dixwazin destpêkê destnîşan bikin ku dayina welatîbûna rûmetê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wateya piştgiriya ji bo terorîzmê yan jî rewakirina terorîzmê.

Rêberê Gelê Kurd di ti lîsteyeke terorîst a fermî de cih nagire. Her tim ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane bi rengekî yekalî hewl da, ji bo vê jî 22 sal in li girtÎgehekê di nava êşkence û tecrîdê de têkoşîna parastina gelê xwe dewam dike.

Şervanên Kurd weke yekane hêza leşkerî ya bejahî beşdarî hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE'yê yên li dijî DAÎŞ'ê bûn. Civaka rojavayî jî vê yekê bi saya Abdullah Ocalan dibîne.

Bi dayina welatîbûna rûmetê me xwest ku balê bikişînin ser mafê xwerêvebirinê yê gelê Kurd. Bi saya pîvanên demokratîk ku di rêziknameya me ya destûra bingehîn de cih digire, me pirsgirêkên bi vî rengî çareser kir.

Bi qasî mafê şexsî û hindikahiya etnîkî divê mafên sivîl jî bi rengekî gerdûnî bêne naskirin û di nava civakeke demokratîk, piralî, ekolojîk, femînîst û lîberal de bêne misogerkirin.

Li gel van hemûyan, eger hûn amade bin em dikarin di civîneke vekirî ya şaredariyê de bi we re nîqaş bikin.

Em amade ne pîvanên hurmeta li cihêrengî û wekheviyê nîqaş bikin. Ne tenê ji bo Îtalyayê ji bo tevahiya welatan, em gihîştin mîlenyûma sêyemîn ku serdema mafan e. Rende ji bo parastina mafên mirovan û wekheviya navbera gelan wê timî bi bindestan re be."

Şaredariya Rende ya Cosenza ya li herêma Calabria ya Îtalyayê destpêka meha Nîsanê welatîbûna rûmetê dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Berê jî Şaredariyên Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi û Fossalto welatîbûna rûmetê dabûn Abdullah Ocalan.