Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê pêwîstî bi tevkariya pozîtîf heye
Endamên Heyeta DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ku doh bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Endamên Heyeta DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ku doh bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Endamên heyeta DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ên ku bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, têkildarî hevdîtinê ev daxuyanî dan:
"Di 28'ê Kanûna 2024'an de li Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anîn. Tenduristiya wî baş bû, moralê wî gelekî bilind bû. Nirxandinên wî yên ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd gelekî girîng bûn.
Di hevdîtinê de bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin. Birêz Ocalan li hemberî senaryoyên siberojeke tarî yên têne ferzkirin, pêşniyarên çareseriyê yên pozîtîf pêşkêş kir.
Fikir û nêzîkatiyên wî bi giştî di vê çarçoveyê de ne:
- Jinûve xurtkirina xwişk û biratiya Tirk-Kurdan hem berpirsyariyeke dîrokî ye, hem jî ji bo çarenûsa gelan gelekî girîng û pêwîst e.
- Ji bo pêvajo bi ser bikeve pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê hesabên xwe yên teng û demkî bidin aliyekî, bi înîsiyatîf rabin, bi çêkerî tevbigerin û tevkariyeke pozîtîf bikin. Yek ji zemînên herî girîng ên vê tevkariyê jî bêguman TBMM (Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê) ye.
- Bûyerên ku li Xeze û Sûriyeyê qewimîn raxistin pêş çavan ku bi destwerdanên ji derve re hewl didin vê pirsgirêkê bikin kangren. Lewma çareseriya vê pirsgirêkê jî gihîştiye wê astê ku êdî nabe bê paşvexistin. Ji bo karekî li gorî vê cidiyetê bê kirin û bi ser bê xistin, tevkarî û pêşniyarên muxalefetê jî hêja ye.
- Ez xwedî wê hêz û biryardariyê me ku bi rengekî pozîtîf tevkariya pêwîst li paradîgmaya nû bikim ku Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan hêz dane wê.
- Heyet wê vê nêzîkatiya min hem bi dewletê re hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de amade me ku gava pozîtîf a pêwîst biavêjim, bangawaziya pêwîst bikim.
- Ev hewldanên me hemû wê welêt bigihîne wê astê ku heq dike û di heman demê de ji bo veguherîneke demokratîk bibe rêberekî gelekî bi qîmet û hêja.
- Dem ji bo Tirkiye û herêmê dema aştî, demokrasî, xwişk û biratiyê ye.
Li gel rêz û hurmetên xwe ji bo raya giştî,"