Raportorê Tirkiye yê PE’yê Amor: Divê meqamên têkildar nerazîbûnên tund nîşanî êrîşê bidin

Raportorê Tirkiye yê PE’yê Nacho Sanchez Amor ê nerazîbûnên nîşanî qetilkirina Denîz Poyraz a DHP’î ya li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê da got: “Bi awayekî tundî qetilkirina Denîz Poyraz a HDP’î ya di êrîşa li ser avahiya HDP’ê de şermezar dikim.”

Raportorê Tirkiye yê Parlementoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor ê têkildarî êrîşa li ser avahiya HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz a DHP’î li ser navê Koma Demokrat Sosyalan êrîş şermezar kir û peyama piştevaniyê ya bi HDP’ê û malbata Poyraz re da.

Amor qetilkirina Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê de bi tundî şermezar kir û  diyar kir ku ev êrîş bi vekirî êrîşeke li ser rêgezên bineghîn ên siyaseta demokratîk e û got: “Ji bo wê bang li hemû meqamên eleqedar û partiyên siyasî bi lez û kesîn divê nerazîbûn nîşan bidin, dikim.”

Amor sersaxî da malbata Poyraz, heval û HDP’ê û got: “Di vê kêliya xemgîniyê de em bi partiya xwiş-bira re di nava piştevaniyê de ne, hemû zextên li ser wê şermezar dikin. Divê dawî li êrîşên li ser HDP’ê yên wiha ku zemînê ji êrîşan re vedike, dawî bibin.”