Polîsan êrîşî çalakgerên Meşa Dirêj kir: 3 ciwan hatin destgîrkirin

Meşa Dirêj ku duh li bajarê Elmanya Frankfûrtê destpê kiribû di roja duyemîn de polîsên Elman êrîşî çalakgeran kir. Di êrîşê de sê ciwan hatin destgîrkirin.

Duh li bajarê Elmanya Frankfûrtê Meşa Dirêj a bi şîara “Destûrê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe” destpê kiribû. Îro polîsên Elman êrîşî meşê kir.

Duh bi destpêkirina meşê re polîsên faşîst dirûşme û alayên sembol û nirxên gelê Kurd qedexekir û îro jî êrîşî ciwanên beşdarî meşê bûne kir. Piştî bidawîkirina qonaxa îro ya meşê ciwanan xwestin biçin Navenda Civaka Demorkatîk a Kurd ya Darmstadtê. Polîsan êrîşî ciwanan kir û sê ciwanên ji Fransayê beşdarî meşê bûyîn destgîrkirin. Polîsan êrîşî nûçegihanên ku dixwestin dîmenê êrîşê bikêşin jî kir û ciwan birin navenda polîsan.