Podemos: Nêta Erdogan dagirkerî ye, paqijiya etnîkî ye

Podemos ku hevparê hikumeta Spanyayê ye, nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û got, hewldana "herêma ewle" hincetek ji bo "paqijiya etnîkî" ye.

Şirîkê hikumeta Spanyayê Podemos li ser malpera xwe ya înternetê têkildarî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û zextên li ser siyaseta demokratîk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate kirin û zextên li ser HDP'ê hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hefteyên derbasbûyî li Iraqê bombardûmanek da destpêkirin û gefên dagirkeriyeke nû li Sûriyeyê dixwe. bi vî rengî êrişên li ser gelê Kurd zêde kir."

Podemos bi bîr xist ku li gel vê yekê zextên li ser HDP'ê jî hatine girankirin û destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi rabûna li ber endametiya Fînlandiya û Swêdê ya li nava NATO'yê, hewl dide ku piştgiriya bi Kurdan re ya li Ewropayê tengav bike, zextê li ser çêbike.

'NÊTA ERDOGAN DAGIRKERÎ YE, PAQIJIYA ETNÎKÎ YE'

Podemos ragihand ku êrişa dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi armanca paqijiya etnîkî ye û got, "Erdogan di 18'ê Nîsanê de li ser Iraqê û Sûriyeyê li dijî hêzên Kurdan dest bi êrişa hewayî û bejahî kir. Ji hingî ve hêzên Tirk bombeyan li herêmên sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kirine."

Di daxuyaniya Podemos de bi dewamî wiha hate gotin, "Erdogan di 24'ê Gulanê de nêta xwe ya dagirkeriyê eşkere kir ku ji bo bicihkirina penaberan 'herêmeke ewle' ya ji 30 kîlometreyî ava bike. Ev hewldan bahaneyek ji bo paqijiya etnîkî ya li herêmê ye ku tevî bi deh hezaran penaberên Kurd, Ereb, Asûrî û Êzidî li dijî 2.5 milyon mirovî ye."

'ÊRIŞÊN LI SER HDP'Ê ZÊDE BÛN'

Podemos diyar kir ku dewleta Tirk li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevnagere, muxalîfên ku rexneyê li desthilatdariyê dike têne girtin û got, "Li Tirkiyeyê hikumeta Erdogan weke ku di doza Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de hate dîtin, berpirsyariya Tirkiyeyê ya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji nedîtî ve tê û ji bo tepisandina rexneyên li hemberî hikumetê, dadgeriyê bi kar tîne. Di encama vê yekê de bi hezaran endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin girtin, 108 şaredarên HDP'î ji wezîfeyê hating irtin, dozeke girtinê li dij hate vekirin û tê xwestin ku qedexeya siyasetê li ser 451 siyasetmedaran ferz bike. Li Tirkiyeyê bi nêzîkbûna hilbijartinên serokkomariyê re girtina endamên HDP'ê û aktîvîstên din zêde dibe."

'DIVÊ DEWLETA TIRK LI MASEYA DANÛSTANDINAN VEGERE'

Podemos ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku helwesteke bi biryar nîşan bide û bang li dewleat Tirk jî kir ku li maseya danûstandinan vegere.