Platforma Baweriyên Mezopotamyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtingeriya qirker bang kir ku her kes tevlî meşa sibe ya li Ewropayê bibe.
Platformê got, ''Peywira mirovî ya her Kurdistanî, demokrat, şoreşger û bawermendan e ku tevlî meş û mîtînga Dusseldorf DEFEND KURDISTANê bibin, ku dostên Ewropî li dijî êrîş, dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk 14'ê Tebaxê organîze kirine.''
Bi berdewamî hate gotin, ''Bi vê çarçoweyê ji bo ku ji dagirkerî, qirkirin, tecrîd, faşîzmê re bibêjin êdî bes e û Kurdistanê biparêzin em bang li her kesî dikin ku tevlî meşa 14'ê Tebaxê bibin'' ew ê li sibe li Dusseldorê hazir bin.