Piştevaniya bi berxwedêrên di grevê de ne didomin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê re çalakiyek hate kirin. Raportora Tirkiye ya PE’yê Katî Pîrî jî tevlî çalakiyê bû û axivî.

Çalakiyên Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakci yên ji bajarê Den Haag ê Elmanyayê tevlî berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dewam dike.

Li Den Haagê duh ji bo piştevaniya bi berxwedêrên grevan re çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de Parlementera Holandî ya Parlementoya Ewropa (PE) û Raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî jî axivî.

Berxwedêr Hasbî Çakici a tevlî çalakiya li Navenda Civaka Kurd a Den Haagê hate lidarxistin bû helbesta li ser Leyla Guven nivîsandibû xwend.

Katî Pîrî jî ev got: “Di serî de Leyla Guven û hemû çalakvanên grevên birçîbûnê silav dikim. Bê mafiyek herî mezine ku ji we bê xwestin ku li hemberî êş û azarên tên kişandin bêjin bêdeng bimînin. Bila tu kes nemîne benda bêdengiya we. Gihiştina vê rewşê ya grevên birçîbûnê pir bi êş e, bi hêviya ku di zûtirîn demê de daxwaz pêk bên û encamên xirab bi xwe re neîne.”

Çalakî piştî axaftinan û şûnd bi gerandina govendê bi dawî bû.