Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê didomin

Li Ewropayê pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin.

Ji bo 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê aktivîstên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Lûzernê ve şitil hatin çandin.

BERN

Li bajarê Bernê ji aliyê Meclîsa Jinan a Mizgîn li Navenda Çanda Kurd a Demorkatîk 4’ê Nîsanê hate pîroz kirin. Pîrozbahî bi axaftinên dayikên aşitiyê yên ji bo 4’ê Nîsanê dom kir.

BÎEL

Li bajarê Bîelê jî ji aliyê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ve li Navenda Civaka Kurd a Şehîd Mahîr 4’ê Nîsanê hate pîroz kirin û sînevîzyona têkildarî jiyana Ocalan hate nîşandan. Ji aliyê zarokan ve paste hate birîn û pîrozbahî bi govendê bidawî bû.

GAVLEBORG

Li bajarê Swîsre Gavleborgê rojbûna Ocalan hate pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Gel ve hate organîze kirin û bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di pîrozbahiyê de serokê Komîsyoan Çandê û hunermend Mahmûd Mado stranên ji bo Ocalan hatin gotin, striya. Pîrozbahî bi axaftinên têkildarî fikrên Ocalan û naskirina PKK’ê dewam kir.

LI MARSÎLYAYÊ CIWAN Û JINAN 4’Ê NÎSANÊ PÎROZ KIR

Li bajarê Fransa Marsîlyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Ciwanan dirûşmeya ‘Rojbûan te pîroz be ey Serok Apo’ berz kirin, bi agir “APO” nivîsandin. Pîrozbahiya ciwanan piştre bi fîşekên hewayî dewam kir.

Li Marsîlyayê jî pîrozbahiye din ji aliyê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ve hate lidarxistin.

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre sînevîzyona ku qala jiyana Ocalan dike hate nîşandan. Pîrobahî bi stranan bidawî bû.

DRANCY

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê jî 4’ê Nîsanê hate pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Komîsyona Çanda TEV-ÇAND a Drancy û Înîsyatîfa Tevgera Jinên Kurd a Fransyê (TJK-F) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Drancy hate lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de endama TJK-E Zelal Andok axivî.

Piştre hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Marûf, Farqîn Azad, Nûarin û Tûncay Dilemin hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi govendê bidawî bû.

LI DARMSTADTÊ FÎDAN HATE ÇANDIN

Li ser abnga Jinên Ciwan ên Azad, jinên ciwan li hev civiyan û dara ku navê “Jiyan” lê kirin çandin û 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Jinên ciwan navê “Jiyan” li darê kirin.