BI DÎMEN

Perwerdeya Govendên Kurdistanê destpê kir

Perwerdeya Govendên Kurdistanê ku dibistana çand û hunerê ya girîng a Kurdên li Ewropayê ye, destpê kir. Li dibistanê 20 mamoste dersê didin, 122 şagirt jî tevlî perwerdeyê dibin.

PERWERDEYA GOVENDÊN KURDISTANÊ

Fîstanên Kurdan ên bi rengên kesk, sor, zer, spî, şîn û binefşî… Êlek û qutikên bi nexşên gulgulî… Ji Botanê heya Behdînanê şal û şepikên cûr be cûr… Kitan û Kofî… Cilûbergên ji ermîşm, pembû û hiriyê…

Ev der dibistana govendên Kurdistanê ye… Em li ku binêrin derseke din derdikeve pêşiya me… Em li vî cihî hest bi xweza, deşt û newal û bajarên Kurditanê dikin…

7 ŞAGIRT WÊ BEŞDARÎ EZMÛNÊ BIBIN

Dibistana Govendên Kurdistanê, ji sala 1997’an heta niha dersên govendên gel û lîstikvaniyê dide. Dawiya her salê jî dersên fînalê tên dayîn. Dersên fînalê hefteyekê didomin. Şagirtên ku di nava 4 salan de beşdarî dersên fînalê bûne, dema ku ji ezmûnên xwe jî derbas bûn, bawernameya lîstikvaniyê bi dest dixin.

Ji bo bawernameya derçûnê divê tezek jî were nivîsandin. Çarçoveya tezan çand û huner e. Îsal ji 122 şagirtan tenê wê 7 ji wan bikevin ezmûnên derçûnê.

DERSÊN TÊN DAYÎN

Şagirtên îsal beşdarî kampê bûne ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Awûstûryayê hatine. Şagirt hînî govendên van herêman dibin: Agirî, Amed, Botan, Colemerg, Gimgim, Îdir, Qerecdax, Qoçgîrî ve Riha. Nêzî sed govendên cuda yên van herêman tên hînkirin.

Her wiha dersên cil û berg, aheng, zanist û huberê jî di nav bernameyê de cih digirin. Ders ber bi êvarî bi dawî dibin. Piştî şîvê, carna semînerên derbarê çand û hunerê de didin şagirtan. Carna jî şagirt tên ba hev û hemû bi hev re xwepêşandanê dikin.

Îsal di pola yekemîn de 49, di pola duyemîn de 25, di pola sêyemîn de 20 û di pola çaremîn de 7 şagirt perwerdeyê werdigirin.

Şagirtên salên bihurî derçûne jî li vir amade ne. Ji bo ku wan amadeyî mamostetiyê bikin, ji bo wan bernameyeke cuda hat danîn. Dersên pisporiyê yên wekî lêkolîn, dengbêjî, pedagojî, teknîka govendên gelêrî, aheng (dahol û zirne) û jurîtiya mihrîcanan di vê bernameyê de tên dayîn.

AMADEHIYA SALA NÛ

Govendên Kurdistanê, giringtirîn saziya govendê ya Kurdên Ewropayê ye. Xebatên xwe li dehan navendên cuda û bi gelek komên cuda yên govendê re didomîne. Govendên Kurdistanê, bi salan e di vê qadê de kampên perwerdehê û festîvalan lidar dixe û li komaleyan kursên govendên gelêrî dide. Xebatên tevahiya salê tên kirin di van kampan de tên nirxandin. Zêdehî û kêmasî tên nîqaşkirin. Ya herî girîng jî amadehiya sala bê û plansaziya wê tê kirin.

Dersên cil û bergan (kostum) balkêş in. Dema ku mamoste teknîkên sergirêdanê vedibêjin, kesrevan, kofî û kitanan nîşan didin û behsa hemû taybetiyên herêmî û çêkirina wan dikin. Perwerdeya Govendên Kurdistanê ya dewlemend û kêfxweş wê 29’ê Kanûnû bi dawî bibe.

Perwerdehên îsal ji bo bîranîna endamê Kevana Zêrîn Şehîd Şoreş Semsûr (Devrim Çoban) hatin kirin.