Franceschî: Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin

Nivîskarê Fransî Patrîce Franceschî, destnîşan kir ku êrîşên li dijî Rojava êrîşa li dijî azadiyane û got, “Tê xwestin Rojava bê tinekirin. Eger Kurd winda bike, em ê tev winda bikin.”

PATRÎCE FRANCESHCHÎ

Lêkolîner û nivîskar Patrîce Franceschî, da xuyakirin ku demokrasiyên Rojavayî niha bi rengekî berbiçav qels in û endametiya Tirkiyeyê ya NATO'yê yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Franceschî got, "Heta ku Tirkiye parçeyek ji NATO'yê be, wê hevalbendê Ewropiyan be. Bi rastî jî divê Tirkiye ji NATO'yê bê derxistin. Ti karê wî li wir nîne, ji ber ku hemû bernameya wî, hemû rojeva wî û hemû hewla wî li dijî Rojava, li dijî demokrasiyan û li dijî her kesî ye. Ji ber vê yekê, dema welatekî mîna Tirkiyeyê di nava NATO'yê de be, gelekî zehmet e ku alîkarî ji Kurdan re bê kirin."

Lêkolîner û di heman demê de nivîskarê pirtûka ‘Ji bo Kobanê mirin’ Patrîce Franceschî, li ser geşedanên li Sûriyeyê nirxandin kir.

HTŞ BERNAMA ERDOGAN PÊK TÎNE

Franceschî, diyar kir ku hilweşîna rejîma Esad rewşeke erênî ye, lê yên ku wî hilweşandine dibe ku xerabtir bin û wiha got, “Em rewşa Şahê Îranê ya sala 1979’an bînin bîra xwe, hilweşiya û dihat hêvîkirin tiştên baş pêk wer in. Lê rewşa niha gelek tirsnak e. Hilweşîna desthilatdariya Beşar Esad jî rewşeke erênî ye. Ji ber ku her derî di nava xwînê de hiştibû. Divê em baldar bin, ji ber dibe ku yê hatiye şûna wê xerabtir be, bi taybetî ji bo Kurdan û hemû kêmneteweyên li Sûriyê.

Ez vekirî dibêjim. Heyat Tehrîr El-Şam tevliheviya komên îslamî ye ku ji aliyê Tirkiyê ve têne birêveberin, fînansekirin, alîkariya wan tê kirine. Her wiha ji aliyê Qatarê ve jî ji aliyê madî ve tên destekkirin. HTŞ’ê niha bernameya ji aliyê Enqere û Erdogan ve hatiye diyarkirin, bi cih tîne. El Colanî, HTŞ’ê û Erdogan hewl didin Rojava îqna bikin ku ew hevkarên gelekî bi rûmet in. Divê em bi vê neyên xapandin. HTŞ’ê komeke Îslamî ya radîkal e ku ji bo Kurdan, Xiristiyanan, Êzidiyan û hemû kêmneteweyan xeter e. Dîsa jî, ew dê bi mehan hewl bidin ku me qaneh bikin ku ew hevkarên pêbawer in. Eger em bikevin vê xefikê û li Neteweyên Yekbûyî (NY) kursiyekê bidin wan, ya jî em HTŞ'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin, em ê berdêlên giran bidin. Ji ber dema ku van tawîzan bi dest bixin, wê rojeva xwe ya rasteqîn bixin pratîkê, bi avakirina şerîatê re dest li her deverê werdin. Ev yek ji bo hemû kêmneteweyan bi taybetî ji bo Kurdan nebaş e.”

NE NERMBÛN Û NE JÎ NÛJENBÛNA CÎHADÎSTAN NÎNE

Franceschî, destnîşan kir ku ji bo siberojê xeteriyeke gelekî mezin e û wiha domand, “Ji ber ku rêxistineke Îslamî ya nerm an jî nûjen nabe. Tiştekî bi vî rengî nîne. Îslamîst in. Ji ber vê yekê ew dijminên Rojava ne, dijminên demokrasiyê ne, dijminên Kurdan û dijminên kêmneteweyan in. Divê hewla ku tiştekî baş in neyê nîşandan. Ew El Kaîde ne, ne tiştekî din in.”

Franceschî, diyar kir ku niha li Sûriyê ji aliyekî ve hewla El-Colanî û HTŞ'ê heye ku başûrê Sûriyeyê dagir bike û wê tev li fikrê Împaratoriya Osmanî bike û li aliyê din li dijî Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên tinekirinê tê meşandin û got, “Dewleta Tirk ev wezîfe da Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO). Ev SMO niha êrîşî Kurdan dike, Minbic dagir kiriye û dora Kobanê girtiye.

Ev leşkerên bi pere ne. Kêm an jî zêde îslamîst in. Ji hêla Enqerê ve hatine perwerdekirin û xwedîkirin. Di sala 2018'an de ev kom li Efrînê paqijiya etnîkî kirin. Her wiha ji bo paqijiya etnîkî ya Ermeniyan vana şandin Qerebaxê. Îro jî bi qasî ku ji destê wan tê dixwazin li Bakurê Sûriyeyê Kurtan tine bikin. Ev hemû parçeyek ji hêviyên Erdogan e. Divê welatên Rojavayî vê manevrayê fêm bike û ji bo Kobanê û Reqa ji aliyê SMO’yê ve neyê dagirkirin, desteka xwe ya ji bo Kurdan bidomîne.”

‘KOBANÊ SEMBOL E, EGER BIKEVE EM Ê TEV WINDA BIKIN’

Franceschî wiha dewam kir, “Ya ku piştî serketina Kobanê yekser rû da, yanî piştî serketina Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê, xwedî girîngiyeke gelekî sembolîk e. Eger em dostên xwe yên Kurd di destê SMO’yê û artêşa Tirk de bihêlin û destûr bidin Kobanê bikeve destê wan, wê demê ev tê wateya dawiya cîhanê ye. Yanî bi gotineke din li hemberî teror û totalîterîzma Tirk ev yek wê bibe dawiya azadiya Rojava. Hêzên Rojavayî, Emerîkî, Fransayî û Ewropî ji bo ku Tirk bajarekî bi vî rengî yê sembolîk dagir nekin divê bikevin nava tevgerê.

Mixabin ku demokrasiyên welatên Rojava a niha hinekî lawaz in û endambûna Tirkiyeyê ya ji NATO’yê re yek ji pirsgirêka herî mezin e. Bi qasî ku ku Tirkiye perçeyeke NATO’yê be, divê hevalbendê Ewropayiyan be. Di rastiyê de divê Tirkiye ji NATO’yê were avêtin. Li wir karê wê tune ye, ji ber ku hemû bername û îradeya wê li dijî Rojava, demokraî û her kesî ye. Ji ber wê yekê dema ku welatên weke Tirkiyeyê endamên NATO’yê bin, em di mijara alîkariya ji bo Kurdan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Her tişt gelekî tevlîhev e.“

JI MODELA ROJAVA DITIRSIN

Franceschî, anî ziman ku pirsgırêk ew e ku; Modela ji aliyê Rojava ve tê pêşniyarkirin û ya a niha tê sepandin, bi rastî jî modeleke ecêb e û dikare hemû Rojhilata Navîn veguherîne û wiha dom kir, “Lê belê beşa Rojhilata Navîn ya mayî vê modelê naxwaze, ji ber ku hemû welatên li dora Sûriye, Iraq, Ûrdin, Tirkiye û Rojavayê li hemberî vê fikrê ne. Ew demokrasî, wekheviya zayendî, azadiya jinan û laîktiyê weke jehrekê dibînin. Ew ji vê modela serketî ditirsin û wê naxwazin. Ji ber vê yekê li seranserê cîhanê hevalên me yên wêrek yên vê modelê diparêzin bi muxalefeteke dijwar re rû bi rû dimînin.  Niha jî pirsgirêk ev e.”

EM NEÇAR IN KU PIŞTGIRIYA KURDAN BIKIN

Franceschî di dawiyê de bibîr xist ku bidestxistina kampên Roj û Holê ya ji aliyê komên cîhadîst ve ji bo her kesî talûkeyeke mezin e û wiha got, “Li van kampan zêdetirî 50 hezar cîhadîst û malbatên wan tên girtin. Ev kampên li Rojava ji bo welatên rojava û demokrasiyan weke bombeyekê ne.

Hêvî dikim ku welatên Ewropayê û Emerîka wê vê pirsgirêkê bibînin û rê nedin ku Tirk û hevalbendên wan ên îslamparêz van kampan bi dest bixin.  Tiştên ku a niha rû didin gelekî cidî ne û her tişt bi talûkeyê re rû bi rû ye. Mixabin ku li DYE’yê ji ber pêvajoya derbasbûnê ya di navbera Trump  û Bîden de nediyariyek heye. Hêvî dikim ku wê beriya 20’yê Çileyê biryara rast bidin û em ê jî piştgiriya tam bidin Kurdan.

Herî dawiyê ez dixwazim vê yekê bînim ziman; cîhana azad-yanî welatên rojava, lê belê di heman demê de Kurd û welatên din, divê bizanibin ku tiştên ku a niha li bakurê Sûriyeyê pêk tên ji bo azadiya hemû cihanê xwedi girîngiyeke mezin e. Divê a niha alikarî û piştgiriya me ya ji bo Kurdan tam be. Nexwe wisa nebe hemû cîhan bi talûkeya hilweşînê re rû bi rû ye.”