Partiya Komunîst jina Kurd Renklîçay kir namzet
Partiya Komunîst a Fransa (PCF), ji bo hilbijartinên Parlamentoya Ewropa ku wê meha Gulanê pêk were, jina Kurd aktivîst Cemîle Renklîçay namzet nîşan da.
Partiya Komunîst a Fransa (PCF), ji bo hilbijartinên Parlamentoya Ewropa ku wê meha Gulanê pêk were, jina Kurd aktivîst Cemîle Renklîçay namzet nîşan da.
Partiya Komunîst ji bo hilbijartina Parlamentoya Ewropa ku wê 26’ê Gulanê pêk were profîlekî berfireh a namzetan ava kir. Kedkar, memûr, femînîst, ekolojît û enternasyonalîst di nava vê profilê de cih digre.
PCF di nava lîsteya 79 kesan de cih da du jinên Kurd. Di nava van de Cemîle Renklîçay a ku beriya niha hevserokatiya Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransayê bû bal kişand. Renklîçay di rêza 12’an de cih digre.
Alîkarê berpirsê konuta Serokê Şaredariya Parîsê Anne Hîdalgo, Brassat axivî û bal kişand ser têkoşîna Kurdan. Brossat keyfxweşiya xwe ya ji bo berdana Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven anî ziman û got; “Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.”
Brossat wiha domand; “Em komunîst em ê her demê piştevaniya xwe bi Kurdan re bidomînin. Bi taybet ji bo hibijartinên Ewropayê em ê piştevaniyê bidomînin. Hevkariya Yekîtiya Ewropa ya ji bo sûcên ku Erdogan kirî nayê qebûl kirin.”
Brossta got; “Hun dikarin di vê mijarê de ji komunîstên Fransa û Cemîle Renklîçay ‘bawer bin’. Cemîle ya ku li gel min di heman lîsteyê de cih digre di vê mijarê de ji bo têkoşînê wê li gel me be. Hûn dikarin ji vê piştevaniya me bibawer bin.”