Parlementoya Hollandayê jenosîda Şengalê nas kir

Parlamentoya Hollandayê, Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li ser civaka Êzidî ya Şengalê weke jenosîd, ango qirkirina Êzidiyan nas kir.

Pêşnûmeya ku ji aliyê parlamentera yekîtiya Xiristiyanên Demokrat, CDA, Anne Kuik ve hat pêşkêşkirin, li parlamentoyê ket dengdanê.

Pêşnûme bi yekdengî hate qebûlkirin.

Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku Parlamentoya Ewropa, Parlamentoya Konseya Ewropa, Civata Nûneran a Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê, Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya bo Sûriyê û di rojên derbasbûyî de, parlamentoya Belçîkayê, kirinên hovane ku çeteyên DAÎŞ'ê li ser Êzidiyan, Mesîhiyan û civakên din yên etnîkî û olî kirine, weke sûcên li dijî mirovahiyê û jenosîde danasîne.

Di dewamiya pêşnûmeyê de tê gotin:

‘Parlamento diyar dike ku DAÎŞ'ê li dijî civaka Êzidî jenosîd kiriye, sûcên li dijî mirovahiyê pêk aniye.'

Li gel vê yekê, têkildarî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an 4 pêşnûmeyên din jî hatin qebûlkirin:

- Di darizandina DAÎŞ'iyan li Hollandayê de, divê dengê qurbaniyên Êzidî jî bê bihîstin û mafê tazmînatê bê naskirin.

- Ji bo edaletê, darizandina çeteyên DAÎŞ'ê, yên ku ji derve çûne herêmê û sûc kirine jî di nav de, li herêmê pêk were.

- Divê fona alikariya ji bo piştgiriya jin û zarokên Êzidî ku bûne qurbanê hovîtiya DAÎŞ'ê bê zêdekirin.

- Divê hikûmet piştgiriyê bide jinûveavakirina Şengalê.

Hejayê gotinê ye ku di rûniştina 1'ê Tîrmehê ya parlamentoya Hollandayê de, wezîra karên derve Sigrid Kaag jî, li ser navê hikûmetê piştgirî dabû pêşnûmeyê.

Sigrid Kaag diyar kiribû ku hikumeta Hollanda, ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan, di qada navneteweyî de kar dike, lê hîna ji bo vê yekê, desteka pêwist ya siyasî nîne.

Kaag destnîşan kiribû ku heta ev yek pêk were, ew ê xebatên xwe yên komkirin û radestkirina delîlên qirkirinê, ji bo navenda lêkolîna serbixwe ya navneteweyî ya girêdayî neteweyên yekbûyî, dewam bikin.

Ji bo ku fermana 3'ê Tebaxa 2014'an weke qirkirina Êzidiyan di qada navneteweyî de bê naskirin, divê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên yekbûyî, biryarnameyek bê qebûlkirin, an jî ji aliyê Dadgeha navneteweyî an Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve jî biryar bê dayîn.