Parlementerê Îtalî ji bo ‘çekên kîmyawî’ pêşniyazname da meclîsê

Parlementerê Îtalî Erasmo Palazzotto ji ber ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan çekên kîmyawî bi kar tîne, pêşniyaznameyek da meclîsê.

Parlementerê Îtalî Erasmo Palazzotto ji ber ku dewleta Tirk li hemberî gerîlayan çekên kîmyawî bi kar tîne, pêşniyaznameyek da meclîsê  û diyar kir ku hikumeta Tirk ji ber ku peymanên navneteweyî bi awayekî sîstematîk bin pê dike, berpirsyar e.

Palazzotto pirs ji Wezaretên Karên Derve û Wezîrê Hevkariya Navneteweyî kir û diyar kir dewleta Tirk peymanên navneteweyî bin pê dike.

Parlementer bal kişand ser sûcên şer ên wekî kuştinên di salên 1990’î de, êşkence, şewitandina gundan û dagirkeriya di sala 2018’an de ya li ser Efrîn û Girê Spî bi bîr xist û diyar kir li Rojava çekên kîmyawî yên wekî fosfora spî tê bikaranîn.

Palazzatto diyar kir ji 23’ê Nîsana 2021’an û vir ve li ser Başûrê Kurdistanê êrişên dagirker didome û li Metîna, Zap û Avaşînê çekên kîmyawî tên bi kar anîn.

Palazzatto diyar kir ku hikumeta Tirk ji binpêkirina sîstematîk a peymanên navneteweyî berpirsyar e.