Parlamenterê Swêdê: Divê Ewropa li dijî tecrîdê helwesta xwe diyar bike
Parlementerê Partiya Çep Hakan Svennelîg diyar kir ku divê tecrîd were rakirin û ji bo vê jî divê Swêd û Ewropa têkevin dewrê.
Parlementerê Partiya Çep Hakan Svennelîg diyar kir ku divê tecrîd were rakirin û ji bo vê jî divê Swêd û Ewropa têkevin dewrê.
Parlementerê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hakan Svennelîg diyar kir ku divê hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwesta xwe diyar bike.
Svennelîg ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser vî tiştî ku Yekîtiya Ewropayê û Swêd bi girîngiya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê nizanin.
'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN’
Svennelîg diyar kir ku ji ber PKK di lîsteya terorê de ye Ewropa û Swêd li hemberî tecrîd û grevên birçîbûnê bêdeng dimîne û got ku “Ez dixwazim PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Tirkiye diyar dike ku têkiliya YPG û YPJ’ê bi PKK’ê re heye û êrîşên xwe yên li ser Rojava meşrû dike. Şerê li Sûriyeyê qediya lê em dibînin ku Tirkiye dixwaze axa xwe berfireh bike. Fikarên min hene ku wê Tirkiye sûcê şer bike. Cîhan jî li dijî planên Tirkiyeyê dernakeve. Sermesele divê hikumeta Swêdê bi eşkere bibêje ku ew li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava ye. Divê Swêd li Rojava tevkariyê li avakirina rejîma demokratîk bike. Şerê li Sûriyeyê 8 salan domiya. Niha jî dema avakirina welat e.”
‘DIVÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ BERPIRSYARÊN TIRKIYEYÊ BÎNE BÎRA WÊ’
Svennelîg diyar kir ku Swêd û Ewropa ji parastina mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan direvin û got ku “Mafê her kesên di girtîgehê de heye ku ew karibin bi parêzerên xwe bicivin. Nabe ku tecrîd were kirin. Divê Yekîtiya Ewropayê bîne bîra Tirkiyeyê ku divê ew li gorî peymanên mafên mirovan û navneteweyî tevbigerin.”
Svennelîg diyar kir ku di kampanyayên ji bo hilbijartina Yekîtiya Ewropayê yê di meha Gulanê de ew ê grevên birçîbûnê bînin rojevê û ew ê bêdengiya Ewropayê jî rexne bikin.
Svennelîg derbarê hilbijartina di 31’ê Adarê de ya li Tirkiyeyê jî got ku “Derket holê ku gel piştgiriyê nade polîtîkayên Erdogan û heke Tirkiye êrîşî Rojava bike wê Partiya Çep vê meseleyê têxe rojeva hikumeta Swêd û parlementoyên Ewropayê û em ê dakevin qadan.”
ALP: TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE DAÎŞ’Ê
Endama Desteya Rêveber a Forûma Çep a Navneteweyî Yekbûn Alp jî diyar kir ku parlementerê Yekîtiya Ewropayê Malîn Bjork jî zextan li CPT’ê dike.
Alp derbarên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Rojava jî got ku “Gelek çeteyên DAÎŞ’ê ji ser Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn lê gelê Kurd DAÎŞ têk birin. Ev serkeftin li hemberî Tirkiyeyê ye jî.”