Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Tecrîd hê berdewam dike

Her çend ev demeke Heyeta DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê jî, tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Ji parêzerên Rêber Apo, Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku wan ji bo hevdîtinên hefteyane serlêdan kirine, lê belê wan hê jî bersivek nestandiye.

PARÊZER ÎBRAHÎM BÎLMEZ

Ev demek e di navbera Rêber Apo û dewleta Tirk de hin hevdîtin pêk tên û di encama van hevdîtinan de heyeteke ku ji parlamenterên DEM Partiyê pêk tê, çû Girava Îmraliyê û piştre di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî hate kirin. Piştî banga Rêber Apo ya çekdanînê, PKK’ê jî bi awayekî erênî bersiva bangê dabû.

Lê belê her çend ev demek e heyet diçe Îmraliyê jî tecrîda li ser Rêber Apo hê jî berdewam dike. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez, diyar dike ku wan ji bo hevdîtinên hefteyane yên bi parêzer û malbatan re serlêdan kirine lê belê wan hê jî bersivek nestandiye. Bîlmez îfade dike ku ev yek nîşan dide ku tecrîd hê jî berdewam dike.

‘JI DAXWAZÊN HEVDÎTINÊN HEFTEYANE RE BERSIV NAYÊ DAYÎN’

Parêzer Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku hê jî ji serlêdanên hevdîtina bi malbat û parêzeran re bersiv nehatiye dayîn û ev yek anîn ziman: ‘’Ji sala 1999’an ve ye em tînin ziman ku li Îmraliyê pergaleke tecrîdê tê sepandin. Ev pergala tecrîdê hê jî berdewam dike. Erê rast e, hevdîtinên heyetê çêbûn û Birêz Ocalan ji raya giştî û PKK’ê re bangeke gelekî girîng kir. PKK’ê jî bersiv da vê bangê. Tevî van yekan hemûyan hê jî li Îmraliyê egerên hiqûqê nayên bicihanîn. Weke parêzeran, em hemû hefteyan dubare serlêdana hevdîtinê dikin. Ji bo hevdîtina bi malbatê re jî serlêdan tên kirin. Lê belê ev serlêdan bê bersiv dimînin û bersiv nayên dayîn. Ger em di pêvajoyeke girîng û dîrokî de bin, divê şert û mercên wê jî werin bicihanîn. Qet nebe divê egerên hiqûqê yên weke mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mafê telefonê û mafê ragihandinê werin bicihanîn.

‘EV 10 SAL IN EV SERERASTKIRIN NAYÊ KIRIN’

Îbrahîm Bîlmez bal kişand ser girîngiya naskirina mafê hêviyê jî û diyar kir ku diviya ev 10 sal bûn ev yek bihata qebûlkirin û got: ‘’Mijara naskina mafê hêviyê, egereke hiqûqê ye. Jixwe diviya Tirkiyeyê ev 10 sal bûn ev yek kiriba. Girêdayî serlêdana me parêzeran ya 10 salan beriya niha ya di sala 2014’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AIHM), derbarê dosyaya bi navê Ocalan 2 de biryarek da û diyar kir ku cezayê muebetê yê girankirî, binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye. Yanî got ku ger hûn însanekî bêyî ihtimala derketinê di nava çar dîwaran de rehîn bigirin, ev avayê cezakirinê êşkence ye. Ji ber wê yekê ev 10 sal in, yanî ji dema girtina vê biryarê heya niha Birêz Ocalan û bi hezaran girtiyên ku cezayê muebetê lê hatine birîn, di bin êşkenceyê de ne.

Diviya Tirkiyeyê ev sal bûn têkildarî vê mijarê sererastkirin pêk anî bûna; ev yek ne mijara îroyîn e, ne têkildarî vê pêvajoyê ye jî. Tirkiye, peymanên navneteweyî, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kirine û yek ji endamê damezrîner ê Konseya Ewropayê ye. Heman biryar ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar in. Her wiha ev yek bi darê zorê li Tirkiyeyê nehatin ferzkirin. Tirkiye, bi daxwaz û îradeya xwe bûye endam. Û divê egerên vê yekê jî bi cih bîne. Lê belê ev 10 sal in bi cih naîne. A rastî ev mijara hepsa muebet a girankirî jî ji bo Birêz Ocalan hatiye derxistin. Beriya niha di hiqûqa Tirkiyeyê de awayeke înfazê ya bi vî rengî tunebû. Cezayê darvekirinê hebû lê belê nedihat sepandin.

Girtiyên ku cezayê darvekirinê lê dihat birîn jî piştî demekê dihatin tehliyekirin. Lê belê li şûna darvekirinê cezayê bi navê muebeta girankirê yê ‘’dişibe cezayê darvekirinê’’ li lîteratûrê zêde kirin û ev ceza cara yekem jî li Birêz Ocalan hate birîn. A rastî ev cezayekî darvekirinê yê demdirêj e. Heya mirinê tu mafên mirovan ên tehliyebûnê tune ye; jixwe ev yek tê wateya mirinê. Ji ber vê yekê jixwe AIHM jî vî cezayî qebûl nake û weke ‘’êşkenceyê’’ pênase dike.

Me weke parêzeran ji Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê re serlêdanên pêwîst kirin û bi berdewamî têkildarî vê mijarê di têkiliyê de ne. Rêxistinên civakî yên ji Tirkiyeyê jî têkildarî vê mijarê serlêdanên hewce kirin. Yanî têkildarî sererastkirina muebeta girankirî ya li Tirkiyeyê ji Komîteya Wezîran re nivîs hatin şandin. Herî dawiyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya di 17-19’ê Îlona 2024’an de, ji bo sererastkirina vê mijarê salek wext da Tirkiyeyê. Xwest ku Tirkiye di nava salekê de vê mijarê çareser bike. A niha em di nava vê salê de ne. Divê ev yek jî were eşkerekirin; nabêje ku di dawiya salekê de vê yekê bike, dibêje ku di nava salekê de vê sererastkirinê pêk bîne.’’

‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN YASAYÎ WERIN KIRIN’

Îbrahîm Bîlmez da zanîn ku beriya her tiştî divê sererastkirinên yasayî werin kirin û destnîşan kir ku ev guhertin têkildarî biryardariya îradeya siyasî ne jî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Beriya her tiştî divê madeyên Qanûna Înfaza Cezayê, Qanûna Cezayê Tirk (TCK) û Qanûna Têkoşîna Terorê (TMK) werin guhertin û sererastkirinên nû werin kirin. Ji bo vê yekê jî divê li Meclîsê sererastkirinên yasayî werin kirin. Ev ne karekî zehmet e û jixwe divê were kirin jî. Her wiha ji ber ku egereke hiqûqê ye, em di wê baweriyê de ne ku dê muxalefet jî piştgiriyê bide vê yekê. Ya herî girîng jî ew e ku divê îradeya siyasî vê yekê bixwaze.’’