Nobedarên vê hefteyê koma ji Norwêcê ye

Çalakiya Nobedê ya li Ewropayê ku di sala 10'emîn de ye û bi biryardarî dewam dike, vê hefteyê ji aliyê komek ji Kurdên li Norwêcê ve tê meşandin.

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 499'an de bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku her hefte ji aliyê komeke cuda ya ji Kurdên li Ewropayê û dostên wan ve tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê koma ji Norwêcê tê dewamkirin.

Bi navê KCDK-E Başûr Îsmaîl Salam, Shwan Kerkûkî û Aso Faqe tevlî çalakiyê bûn.

Îsmaîl Salam bi navê komê axivî û got, "Herêma ku em jê hatine sar e, lê belê Nobeda Azadiyê, bi gava ku me ji bo azadiya Rêberê xwe avêtî dilê me germ bû."

Îsmaîl Salam got, "Em ji hezar û 500 kîlometreyî hatin. Ev nobed wezîfeyeke rûmetê ye."

Îsmaîl Salam destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê, şert e ku yekîtiya neteweyî pêk were û got, bi çalakiya ku gelê Kurd 10 sal in bi biryardarî dewam dike, îradeya avakirina Kurdistana azad hatiye destnîşankirin.

Îsmaîl Salam got, "Banga me li saziyên Ewropayê ye. Kurd wê dest ji rêber û Kurdistanê bernede. Ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn em ê têbikoşin."

Îsmaîl Salam got, "Divê kes nebe hevparê sûcên Tirkiyeyê" û bang li saziyên Ewropayê kir ku erka xwe bi cih bînin, bikin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji bo azadiya Ocalan gavê biavêjin.