Nobeda Azadiyê bi koma ji Belçîkayê dewam dike
Nobeda li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 594'an de ye. Çalakî bi koma ji bajarê Charleroi yê Belçîkayê dewam dike.
Nobeda li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 594'an de ye. Çalakî bi koma ji bajarê Charleroi yê Belçîkayê dewam dike.
Çalakiya nobedê ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, bi komeke nû dewam dike.
Di hefteya 594'an a çalakiya nobedê de komek ji herêma Charleroi ya Belçîkayê çalakî dewr girt. Kom ji Kerem Aşkan, Mûtat Karasû, Yûsûf Demîr, Ferhat Ûzman û Sedat Aydin pêk tê.
Berdevkê komê Kerem Aşkan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîd hîn bêhtir giran dibe."
Aşkan got, "Bi hatina vê derê em bang li Ewropayê û saziyên Neteweyên Yekbûyî dikin ku wezîfeya xwe bikin."
Komê bang li gelê Kurd jî kir ku li dijî tecrîdê dakeve qadan.