BI DÎMEN

Newroza li Stenbolê bi rengekî bi heybet destpê kir

Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê bi dirûşma 'Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê' bi tevlîbûneke bi heybet destpê kir.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pêşengî ji pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê re kir.

Ji bo pîrozbahiya li Yenîkapiyê, girseya gel demeke dirêj li ber derî hate sekinandin û piştî lêgerînê derbasî qadê bû.

Li qadê bi alên DEM Partiyê flamayên 'Newroz azadî' ye hatin hildan û govend hate gerandin.

Qad, bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û pankarta 'Em bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ne' hate daliqandin.

Li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nab e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” olan didin.

Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre jî Komîteya Amadekar û Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê gel silav kirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar got: "Em ji bo avakirina civaka demokratîk têdikoşin. Em, Newroza birêz Abdullah Ocalan ku banga sedsalê kir, pîroz dikin. Ji bo aştiya gelên Tirkiyeyê em ê bi hev re têbikoşin. Em li dijî hemû sepanên dijdemokratîk in.” Hevserokê Bajar Çinar Altan jî got: “Em Newroza gelên bi gelê Kurd re têdikoşin jî pîroz dikin. Gelên me bersiva pêwîst didin dost û dijminan."

Di pîrozbahiyê de belavoka Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê hate xwendin.