Newroza 2021'ê li Atînayê bi coş hate pîrozkirin

Li paytexta Yewnanistan Atînayê, Newroz ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve hate pîrozkirin.

Navenda Çanda Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistinên anarşîst û yên şoreşger ên Tirkiyeyî Newroz bi coş pîroz kirin.

Di dema pîrozbahiyê de daxuyanî hatin dayin û hate ragihandin ku berxwedana li Kurdistanê bi berxwedana Gargê gihîştiye asta herî bilind. Çalakgeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di pîrozbahiyê de rêxistinên MLKP û TKP-ML TÎKKO peyam dan.

Çalakgeran qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û pankartên li ser Newrozê xemilandin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Garê" hatin qîrîn.

Girseya gel li dora agirê Newrozê bi saetan govend gerand.