Newroz li Saarbrucken, Freîbûrg, Kîel û Heîlbronnê hate pîrozkirin

Li bajarên Saarbrucken, Freîbûrg, Kîel û Heîlbronnê yên Elmanyayê Newroz ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên Kurdistaniyên li Ewropayê dewam dikin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saabrucken ê Elmanyayê Newroz ji aliyê Aktîon 3. Welt Saar e.V, Saarlandîschen Fluchtlîngsrates e.V. û Navenda Civaka Kurd a Saarlandê bi hevkarî hate pîrozkirin.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya li Saatsteaterê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, peyamên bi Kurdî û Elmanî hatin dayin.

Di çalakiyê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate ragihandin ku bi milyonan Kurdistanî û dostên wan ên daketin qadên Newrozê bersiv dan tecrîdê.

Pîrozbahî bi govenda li ber agirê Newrozê bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê jî bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê Newroz hate pîrozkirin.

Beriya pîrozbahiyê, meşek hate lidarxistin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Piştre jî li Alter der Alten Synagoge Newroz hate pîrozkirin. Nûnerên NCDK û PYD'ê li qadê axivîn û piştre agirê Newrozê hate dadan.

Beşdarên pîrozbahiyê jî li ber êgir govend gerand û Newroz pîroz kir.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronnê yê Elmanyayê jî bi banga TJK-E û NCDK'ê Newroz bi meşekê hate pîrozkirin.

Bi sedan kesên li Theresenwîeseyê li hev kom bûn agirê Newrozê dadan.

Pişte nûnerên KON-MED, Tevgera Goran û NCDK'ê ya Heîlbronnê peyam dan.

Di pîrozbahiyê de Seyîdxan û Koma Dengê Welat hunera xwe pêşkêş kirin.

KÎEL

Newroz li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi coşeke mezin ji aliyê Kurdistaniyan ve hate pîrozkirin.